Arşîv

Jinên Helebê jî beşdarî pêngava Kongreya Star dibin

Li dijî gefên Tirkiyê jinên bajarê Helebê bi daxuyaniyekê beşdarî koordînasyona Kongreya Star a 8`ê Tebaxê bi slogan “Parastina Xak û rûmeta xwe bikin, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibin” hatibû raginadin bûn. Jinên Helebê li pêş Akademiya Star a Bîrdozî ya li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama kongreyê Nesrîn Mihemed û bi zimanê erebî ji aliyê endama bi navê Fatimê Hesen ve hate xwendin.

Daxuyaniyê bang li hemû jinan kir ku beşdarî pêngavê bibin û yekrêziya xwe li dijî gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê di 8`ê Tebaxê de pêngava bi slogan “Parastina xak û rûmeta xwe bikin, dagirkerî û DAIŞ`ê têk bibin” ragihand û bang li hemû jinên cîhanê kir ku beşarî berxwedanê bibin. Jinên Qamişlo jî di 10`ê Tebaxê de beşdariya xwe ragihand.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Qamişlo Daliya Henan ji ajansa me re diyar kir ku ji 17`ê Tebaxê ve dê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çalakiyên xwe bikin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27