Arşîv

Çalakiyên pêngava Kongerya Star a li dijî dagirkeriyê, destpê dikin

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Qamişlo Dalya Hanan di çarçoveya pêngava ku di 8`ê Tebaxê de ragihandine, ji ajansa me re axivî. Dalya got: “Dê pêngava dirûşmeya `Ax û rûmeta xwe ji dagirkeriyê û DAIŞ`ê biparêzin` ragihandiye, dê bersîva gelên herêmê ya li dijî gefên Tirkiyê be.

Dalya destnîşan kir ku çalakiyên pêgava wan dê di 17`ê Tebaxê de destpê bike.

Dalya destnîşan kir ku wan dest bi ragihandina pêngava xwe ya li kantonên Rojava kirine û dê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke sereke tê de bilîzin. Dalya got: “Mîna ku me DAIŞ bi vîna xwe ya xurt têk bir, em ê dewleta Tirk a dagirker a ku desteka DAIŞ`ê dike jî têk bibin.”

Girêdayî navaroka pêngavê Dalya wiha axivî: “Li gorî pêngavê dê daxuyanî, semîner û panelên girêdayî xeteriya dewleta Tirk û çawaniya parastina axa xwe ji êrîşên terorîst ên DAIŞ`ê bêne dayîn. Tevî li darxistina çalakiyên hunerî û civînên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Dalya tekez kir ku ew weke jin bi şev û roj kar dikin da ku gefên Tirkiyê bişkînin, rê li pêşiya dubarekirina sînaryoya Efrînê bigirin û bi yekrêzî li hember dagirkeran bisekinin.

Di berdewama gotinên xwe de Dalya got: “Dê pêngava me li hember gefên Tirkiyê biserkeve, mîna ku têkoşer Leyla Guven bi çalakiya greva birçîbûnê bi serket.”

Dalya wiha domand: “Pêngava me dê ji bo çalakiyên mertala zindî yên ku ji 18`ê Tîrmehê ve li Serêkaniyê, Kobanê û Girê Spî li darketine piştgiriyek be. Her wiha em ê tevahiya jinan teşwîqî tevlikirina pêngavê bikin.”

Di dawiyê de Dalya Hanan bang li tevahiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku beşdarî pêngavê bibin û ji bo şikandina gefên Tirkiyê û parastina destekeftiyên Rojava, piştgiriyê bidin wan.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27