Arşîv

Li gel gefên Tirkiyê… jinên Kobanê gundên xwe diparêzin

Li gel zêdebûna astên gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkirina leşkeran li ser sînor, şêniyên gundên bakurê kantona Kobanê li rex hêzên leşkerî nobetdariyê digirin da ku gundên xwe ji her êrîşekê Tirkiyê biparêzin.

Jina bi navê Mehe Mihemed a ji gundê Alîşar ê rojhilatê bajarê Kobanê dibîne ku parastina gundan erkeke da ku herêmên xwe ji her êrîşeke Tirkiyê ve bê biparêzin. Mehe got: “Ji bo ku komkujiyên wek ên Şengal û Efrînê dubare nebin ew nobedariya gundên xwe digirin.”

Mehe diyar kir ku ew tevî hejmarek jin nobetê li gundê xwe digirin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta herêma “ewle” hewl dide komên terorîst ên girêdayî xwe li herêmê belav bike. Lê me binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê dîtin. Şênî kuştin û revandin, herêm talan kirin. Em ê bi biçûk û mezinên xwe ve li hemberî Tirkiyê bisekinin, mafê xwe û axa ku bi saya keda şehîdên me rizgar bûne, biparêzin.”

Leşkerên Tirkiyê şêniyên gundên nêzî sînor dikin hedef. Di encamê de zarokê bi navê Mehêr Hesen (17) beriya hefteyekê jiyana xwe bi guleyên leşkerên Tirk ji dest da. Her wiha ciwanê bi navê Kanîwar ê ji gundê Qere Moxê dema di nav zeviya xwe de li nêzî sînor kar dikir di pişta xwe de bi guleyên leşkerên Tirk birînda bû. Leşkerên Tirk rojane gundên ser sînor dikin hedef.

Jina bi navê Xedîce Hemê ya ji gundê Alîşar li rex sînorên Tirkiyê bang li şêniyên gundên ser sînor kir ku gundên xwe biparêzin û bi erkên xwe yên xweparastin rabin. Xedîce wiha domand: “Herêma “ewle” ya ku Tirkiyê behsa wê dike, divê di nav axa Tirkiyê de be. Ji ber ku jiyan li herêmên Bakurê Sûriyê xwezayî ye û pêkhateyên herêmê bi hev re bê pirsgirêk dijîn. ”

Artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe li ser sinorê Sûriyê- Tirkiyê kom dike da ku êrîşî herêmên cuda yên Bakurê Sûriyê bike.

Gefên Tirkiyê yên li dijî herêmê rastî nerazîbûnên gelêrî tên. Şêniyên herêmê li ser sînorên Sûriyê bi Tirkiyê re çalakiyên mertalên zindî li dar dixin û nerazîbûnên xwe ji her êrîşekê ji hêla Tirkiyê ve bê, rave dikin.

Back to top button