Arşîv

Rojnameya Newjîn bûye hêviya jinan

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameya Newjîn yekane rojnameya taybet a jinane ku heta niha 32 hejmar hatiye çapkirin û niha 16 jinên ciwan li gel astengiyên hişmendiya mêrsalarî karê û barê xwe didomînin.

Newjîn ku rojnameyeke taybet a derbarê pirsgirêkên jinên Germiyan de mehane bi sponsoriya Radyoya Deng tê weşandin. Rojname ji aliyê 16 jinên ciwan ve tê derxistin. Hejmara yekem di sala 2016’an de hat weşandin û heta niha 32 hejmar hatiye çapkirin û hîn karê wan berdewam dike.

16 jin kedkarên rojnameyê ne

Nûçegihana Newjîn Ziryan Mihemed têkildarî karê rojnameyê ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Di warê mijaran de, em girîngiyê didin hemû warên jinan, ew aliyên ku jin beşdarin, pirsgirêk, êş, hêz û serkeftina jinan û zarokan û mijarên renga reng in. Li Germiyan kar û pêngava herî ciwan a ji aliyê jinan ve tê rêvebirin Newjîn e. Ji aliyê 16 jinan ve tê derxistin. Ev hejmar jî nesabîte. Li herêmê karkirina jinan asayî kiriye. Herwiha ji bo di nava civakê de jin derkeve pêş jî kar dikin.”

Her mehê yek dibe edîtor

Ziryan eşkere kir ku ji bo jinên Germiyan bigihîn xewnên xwe Newjîn deriyeke û wiha domand: “Di warê sîstema karkirinê de, ji hemû dezgehên din cudatir em nexwedî edîtorek diyar kirîne, em hemû bi hev re plan û bernameya karê xwe didin. Her mehekê yek ji me dibe edîtor. Ji bo hîn zêdetir hewl bidin û pêş bikevîn.”

Ji aliyê karmendên rojnameyê ve tên belavkirin

Her wiha nûçegihana Newjîn Hewjîn Mehdî eşkere kir ku rojnameya Newjîn bêberambereme û belaş parve dikin û got ku piştî ku hate çap kirin ji aliyê karmendên rojnameyê bi xwe ve tê belavkirin ku dibin pirtûkxane, rêveberiyan û cihên giştî û fermî. Hewjîn diyar kir ku bi taybet dibin cihên xwênerên jin lê zêde ne û got: “Xwendekar pêşwaziyek zêde û baş li rojnameyê dikin. Dema ku em didin kesekê daxwaza hejmara bê jî ji me dikin.”

Ji bo rakirina nakokî û cudahiyên zayendiyê ye

Herwiha xebatkara Newjînê Xoşbîn Celal bal kişand li ser astengiyên li pêşiya rojnameyê û wiha axivî: “Di dema karkirinê de piraniya ew mijarên ku li ser pirsgirêkên jinan, dema ku li ser daxwazê ji jinan dikin ku li ser biaxivin ne amadene baxivin yan jî naxwazin navê wan bidin. Hinek caran jî aliyên fermî bi cidî û germ ji bo dayîna daxuyaniyan pêşwaziyê li me nakin. Ji ber hişmendiya mêrsalarî ku hinek kes bi çavên şaş temaşe dikin. Hinek caran jî li ser torên civakî bi xirabkar û teşfîk kirina jinan a li dijî mêran me bi nav dikin. Di rastiyê de tiştek wiha nîne. Karê me ji bo rakirina astengî, nakokî û cudahiya zayendî ye.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27