Arşîv

Çalakiya konvedanê bi dawî bû, lê pêngav berdewam e

Çalakiya kon a ji aliyê Rêveberiya Jinan a Tebqayê ve hatiye organîzekirin di çarçoveya pêngava li dijî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi dirûşma “Me yekitiya xwe ava kir em biser ketin, em ê li ber xwe bidin ta biparêzin, na ji dagirkeriya Tirk re” de îro di roja duyemîn de bi dawî bû.

Konê çalakiyê li ber avahiya Rêveberiya Jinan hat vedan. Îro şande ji Minbic, Reqa, bajarokê Mensûra ya rojhilatê bajarê Tebqayê, bajarokê Cirniyê ya bakurê rojavayê Tebqayê, bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşer, Yekitiya Jinên Ciwan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Rêveberiya Dergehên Giştî, şêx û rûspiyên herêmê û endamên Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Hind El-Elî, endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Tehanî El-Lezîz, bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê rêvebera Buroya Jinan Feyrûz Xelîl, bi navê Meclisa Ciwanên Tebqayê û Yekitiya Jinên Ciwan hevseroka Meclisa Ciwanên Tebqayê Rehma Hecî û bi navê şandeya Cirniyê Hevserokê Şaredariya Gel a Cirniyê Hemed El-Ehmed axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku Tirkiyê bi gefan dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, xêra û bêra wê talan bike û demografiya herêmê biguhere.

Kesên axivîn diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastinê hêrêmê ji bilî Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwe pişta xwe nade kesî û destnîşan kirin ku QSD‘ê hêza wê têrê dike ku li hemberî êrîş û her gefan bersivê bide.

Di axaftinan de hate bêdengiya civaka navdewletî hate şermezarkirin û soza şopandina rêya şehîdan hate nûkirin.

Çalakiyên pêngava jinên Bakurê Sûriyê ya li diîj gefxawrinên Tirkiyê berdewam in

Back to top button