Arşîv

Jinên Efrînê: Em xwe teslîm dagirkeriyê nakin, her bosteke axa Sûriyê ji mafê me ye

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gefa êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Jinên Efrînê yên ku di nav Kampa Şehbayê de dimînin ji ajansa me re girêdayî mijarê axivîn û tekez kirin ku ew nahêlin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mîna ku li Efrînê kirine, dîsa dubare bikin.

Jina bi navê Emîne Ebdo got: “Artêşa Tirk a dagirker bi topavêj û balafiran êrîşî me kir. Niha li ber çavên cîhanê, ew sivîlan dikuje û destdavêje jinan. Em bûn şahidê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker der heqê welatê me de û zarokên me kuştin. Lewra wek jinên Efrînê em nahêlin Tirkiyê herêmên din dagir bike.”

Emîne wiha domand: “Wek jinên Efrînê em ê berxwedana xwe di nav kampên Şehbayê de bidomînin û dê bajarê xwe Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker rizgar bikin.”

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Fatme Birîm got: “Em xwe taslîm dagirkeriyê nakin. Her bostek ji xala Sûriyê ji mafê me ye û ji bo wê me xwîna xwe da. Em ê li hember gefên Tirkiyê tê bikoşin û li berxwe bidin. Em dest ji daxwazên xwe bi vegera Efrînê bernadin.”

Jina bi nav Amne Salîbe got: “Em fam nakin Tirkiyê çi ji me dixwaze. Tirsa wê ya ku îdia dike çi ye. Em sînorên xwe ji çeteyan diparêzin. Îro dibêje ew ê şerê terorê bike. Lê yê terorîst ew kesê ku zarokên bêguneh dikuje û herêma dagir dike.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27