Arşîv

Ciwanên Helebê salvegera pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir

15‘ê Tebaxa 1984‘an Fermandar Mahsûm Korkemaz (Egîd) fîşeka yekemîn a li dijî dagirkeriya Tirkiyê berda. Ji wê demê ve her sal Kurdistanî li seranserî cîhanê pîrozbahiyan li dar dixin.

Bi vê boneyê bi sedan ciwanên taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê li Navenda Şehîd Xemgîn a beşê rojavayê taxê hatin bav hev û şahiyek li dar xist.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre sînevîzyonek li jiyana fermandar Egîd hate pêşandan.

Dûvre stran ji hêla endamên Yekitiya Hunermendan ve hatin pêşkêşkirin. Koma Şehîd Elî ya girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê dîlan pêşkêş kirin.

Şahî bi dîlan û diruşmên dilsoziya şehîd Egîd re û silavkirinaBerxwedana Serdemê ya Efrînê bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27