Arşîv

Jinên Ciwan: Tu deng di ser dengê xwediyê maf û xakê de bilindtir nabe

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Minbic û gundewarê wê li kampa Minbicê axivîn, endamê rêveberiya Tevgerê Feysel Hesen rewşa rêxistinî û siyasî şîrove kir, her wiha îşaret bi girîngiya seknandina li pêşiya gefxwarinên Tirkiyê teqez kir.

Paşê endama rêveberiya Meclisa Jinên Ciwan Werdê El-Hesen daxuyaniyek bi navê Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê xwend û wiha got:

“Bi navê Jina Ciwan a koçber, tu deng diser dengê xwediyê maf û xakê bilindtir nabe, binpêkirinên ku derheqê jinên ciwan de pêk tê û ji mafê xwe tê mehrûmkirin, em di aliyekî din dinêrin, ew jî serhildana şoreşê ye, bi navê şoreşa jin tê naskirin.”

Werdê wiha dewam kir:” Heta ku me bidin koçber kirin û me ji malên me derxin, di têkbirina raman û rêya ku şoreşa jina azad a têkoşer em fêr kirin, biser nakevin.”

Di dawiya daxuyaniyê de, Werdê got: “Em li vir ala serkeftinê bi serkêşiya jina azad bilind dikin, em di vê rêyê de bimeşin û li pişt xwe ku hişmendiya baviksalar serdestiya xwe dike, nanêrin, jina ciwan niha destanan dinivîsînin, bila hemû cîhan bibîne û bibîne ku serkeftinên pêk tîne.”

Piştî daxuyanî bidawî bû, beşdaran dirûşmeyên “Bi rihê berxwedana serdemê dê jina ciwan a koçber biser bikeve û bijî jina azad” berz kirin û meşele rakirin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27