Arşîv

Dagirkerî li Kobanê û Qamişloyê hat şermezarkirin

KOBANÊ/QAMIŞLO – Jinên li Kobanê û Qamişloyê bi daxuyaniyeke girseyî beşdarî hemleya Kongreya Star bûn û êrîş û dagirkeriya ku pêk tê şermezar kirin.

Hemleya Kongreya Star ya ku di 10’ê tebaxê de bi dirûşmeya “Ax û rûmeta xwe biparêze dagirkerî û DAIŞ´ê têk bibe” li Cizîr û Firatê bi daxuyaniyeke girseyî hatibû ragihandin. Îro jî bi daxuyaniyeke girseyî Kobanê û Qamişlo tevlî hemleyê bûn. Li Kobanê daxuyaniya ku li pêşiya navenda Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hat dayîn ji aliyê Rêvebera Yekîtiya Mamosteyan Gulê Seîd ve hat xwendin. Her wiha daxuyaniya ku li Qamişloyê jî li parka 19’ê Tîrmehê pêk hat û ji hêla mamoste Hêvîdar Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniya ku li Qamişlo û Kobaneyê hatî dayîn de wiha hat gotin: “Em wekî rêxistin, yekîtî û sendîkayên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefên dewleta tirk ji bo derbasbûna herem û axa me şermezar dikin. Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekez dikin ku têkoşîna xwe ya li dijî gefên dewleta tirk dê berdewam bikin. Em ê ax, welat û rûmeta xwe ji dagirkeriyê biparêzin. Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên jinan û hemû rêxistinên civaka sivîl dikin ku bila li dijî gefên tirk helwestên xwe nîşan bidin. Dijmin dixwaze derbeyek ji aştî û aramiyê bide.”

Daxuyaniya li Qamişlo û Kobaneyê bi dirûşmeyên wekî “Bijî yekîtiya gelan” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Back to top button