Arşîv

Rêziknameya meclisa jinan hate şîrovekirin

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek berfireh ji jinên hemû pêkhateyên navçeya Tirbespiyê re li hola Roj a li bakurê navçeyê li dar xist.

Endema rêveber a Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Hisên civîn bi revebe bir û got: “Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek sîwanek siyasî, hiqûqî û çandî ji jinan re tê hesibandin û ji tevahiya komeleyên jinan û rêzxistinên jinan di partiyan de, nûnerên meclis, saziyên civakî yên girêdayî doza jinê û kesayetên jin ên serbixwe pêk tê.”

Bêrîvan tekez kir ku meclis, parastina destkeftiyên jinan û gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûniştandin û pêşxistina qanûnên jinê, misogerkirina pêkanîna wan qanûnan di tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de armanc dike. Her wiha armanc dike hemû jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û herêmên din ên Sûriyê bi giştî birêxistin bike, hewl bide jinan ji tevahiya aliyan ve perwerde bike, rola jinên bide rûniştandin û makenîzmeyên xweparastinê pêş bixe.

Piştre Bêrîvan rêziknameya Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê; ji pênasekirina meclisê, armancên wê, sazumaniya meclisê, erkên koordînasyonê û şert û mercên endamtiyê xwend.

Civîn bi nîqaşên rêziknameya meclisê bi dawî bû.

Kongreya damezrîner a Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 14`ê Hezîranê de li seyrangeha Beylesan li herêma Amûde li dar ket û Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin.

Back to top button