Arşîv

‘Em ê bi pênûsên xwe berxwedana gel binivisînin’

ŞEHBA – Keça bi navê Sîlvana Hebeş a ji Efrînê, di temenê biçûk de du pirtûk li ser berxwedana serdemê nivîsandiye û wiha got: “Em ê bi rêya pênûsên xwe berxwedana Gelê Kurd binivisînin.”

Sîlvana Hebeş a 18 salî û ji navçeya Şeraya Efrînê ye û niha bi malbata xwe re li gundê Babinês a Şehbayê bi cih bû ye. Sîlvana berxwedaniya serdemê bi rêya nivîsandina pirtûkan tîne ziman.

Sîlvana di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser êrîşan û berxwedana gel a li hemberê êrîşan û wiha got: “Dema dewleta tirk 72 balafir li ser ezîmana Efrînê rakir ne zarok, jin, kal û pîr nasdikir. Lê hêz û berxwedana gel ji êrîşan xurtir bû. Ev yek bû sedem ku ez pirtûke binivîsim. Ji ber ku her tim xeyalên min bû ez nivîskareke kurdî ya baş bim, ji bo êş û berxwedana Gelê Kurd û serhildana wan li hemberê dijmin ji cîhanê re pêşkêş bikim.”

‘Evîndara Şehadetê’

Sîlvanê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku pirtûkek bi navê “Evîndara Şahadetê” nivîsand û wiha pê da çû: “Piştî berxwedan û têkoşîna Efrînê min pirtûkek bi navê “Evîndara Şahadetê” ji 40 rûpelî nivîsand. Pirtûk zarokên Efrînê li dijî top û tivingên dewleta tirk şehîd bûn. Pirtûka min a duyem bi navê ‘Keçikek li benda azadiyê ye’ ji 40 rûpelî pêk tê. Ligel zor û zehmetiyan astengiya li hemberî koçberiya efrîniyan û berxwedana wan jiyanê min di pirtûka xwe de anî ziman.”

‘Divê berxwedana gel bê nivîsandin’

Sîlvana di dawiya axaftina xwe de balkişand li ser nivîsandina çîrokan jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min gotina Serok Apo a dibêje ‘Min tu roj ji rojan xiyantî bi xeyalên xwe re nekir’ ji xwe re esas girt û çîrokên xwe ser wê esasê nivîsand. Hêviya min ew e ku her ciwanek kurd bi rêya pênûsên xwe berxwedaniya gel binivisînin, ji ber ku ev erkek li ser milê me ciwana ye.”

Back to top button