Arşîv

‘Serdema Vegerê’ berxwedana efrîniyan nîşan dide

Desteya Çand û Hunerê tevî zor û zehmetiyan klîba bi navê “Serdema Vegerê” ku xîtabî berxwedana şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê dike, derxist.

Klîb bi beşdariya Yekitiya Rewşenbîran, mamosteyên zimanê kurdî, hunermendên ji Efrînê, cotkar û desteka şêniyan hate tomarkirin.

Hunermed û endamê Navenda Çand û Hunerê Rêzan Bekir piştî hevkariya bi koma muzîkê re gotinên stranê amade kirin. Amadekarî nêzî meh û nîvekê dirêj kir û tê payîn ku Desteya Çand û Hunerê û komên muzîkê di rojên pêş de 2 klîbên nû derxin.

Têkildarî mijarê endamê Navenda Çand û Hunerê Rêzan Bekir ji ajansa me re axivî û îşaret bi kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di 18`ê Adarê de li ser kantona Efrînê pêk anîn û şênî bi dare zorê ji malên wan derxistin, kir.

Rêzan Bekir wiha got: “Şêniyên Efînê gelek êş û azar dîtin, di heman demê de xwe ji nû ve zindî kirin û me jî wek Desteya Çand û Hunerê klîba bi navê Serdema Vegerê tomar kir.”

Back to top button