Arşîv

Kongreya Star ji bo jinên Şehbayê perwerde da destpêkirin

bîrdozî ji jinên Kantona Şehbayê re hat despêkirin.

Di çarçovyea Hemleya Çalakiyan a Kongreya Star de ku li dijî dagirkirin û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin di pêşengiya Kongreya Star a Herêma Efrînê ji bo jinan li Kantona Şehbayê perwerdeyek bîrdozî da destpêkirin. Perwerde ji aliyê Koordinisiyona Kongra Star a Efrînê Zelal Xebat li ser Hestên Polîtîk hat destpêkirin. Têkildarî vê mijarê jinên ku tevlî perwerdeyê bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.

‘Bi hemû cureyan wê berxwedan bidome’

Endama Kongreya Star a Efrînê Sozan Mustefa li ser armanca perwerdeyê axivî û wiha got: “Em nêzî sed jinan li qada perwerdeyê birdozî amade ne, ji bo naskirina hestên rast ku divê çawa bên bikaranîn. Hestên me jî ew in ku em berxwedana xwe bi hemû cureyan bidomînin da ku em serkeftinê bi dest bixin. Em ê her tim di nava liv û tevgerê de bin û xizmeta gelê xwe bikin. Ev perwerde di çarçoveya rêze çalakiyên me yên li dijî dagirkeriyê de hat destpêkirin. Em ê çalakî û berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriyê bi hemû cureyan bidomînin û sekina xwe bidin nîşan. Em li hemberî êrîşên dewleta tirk serî natewînin.”

‘Civak bi perwerdeyê dewlemend û bi hêz dibe’

Rêvebera Kongreya Star a Kampa Serdemê, Salîhe Muhemed jî li ser girîngiya perwerdeyê axivî û wiha pê da çû: “Em weke xebatkarên Kongreya Star tevli perwerdeyê bûne. Ev perwerde li ser fikir û felsefeya Serok Apo tê dayîn. Ji bo me ev perwerde pir girînge. Ji ber ku em jî li hember dagirkeriyê bêdeng namînin. Civak bi perwerdeyê dewlemend û bi hêz dibe. Em ê jî her û her xwe perwerde bikin.”

‘Wê dagirkerî têk biçe û berxwedan bi ser keve’

Rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Kevana Zêrîn Şêrîn Ehmed jî diyar kir ku weke jin her tim amade ne ji bo rizgarkirina Efrîn û tevahî xaka Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê her dem di nava çalakiyan de bin û berxwedana xwe bidomînin. Ji bo rizgarkirina Efrîn û xaka Kurdistanê em tim amade ne. Baweriya me ew e û em dibêjin wê dagirkerî têk biçe û berxwedana gel bi ser keve.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27