Arşîv

Kongreya Star li Taxa Eşrefiyê civîn li dar xist

HELEB – Kongreya Star a Taxa Şêx Meqsûd ji şêniyên Taxa Eşrefiyê yên ereb re civînek derbarê geşedanên dawî yên siyasî de li dar.

Kongreya Star a Taxa Şêx Meqsûd ji şêniyên Taxa Eşrefiyê yên ereb re civînek derbarê geşedanên dawî yên siyasî de li dar. Bi dehan şêniyên ji pêkhateyên ereb ên Taxa Eşrefiyê û Taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê başdarî civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.

Endama Koordinasiyona Kongreya Star Sîham Bilal nirxandin kir û wiha got: “Di şoreşa me de em banga wekheviya gelan dikin. Bi hezaran şehîdên me ji tevahî pêkhateyan di oxira azadiya gelan de hene. Em ê yekîtîya xwe bidomîn û bi bi yek destî li hember gef û êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê bisekinin. Çi pirsgirêk hebe em ê li ser axa xwe bi hev re çareser bikin.”

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Back to top button