Arşîv

‘Kirasê Meryem El-Ezra ji bo jinên aşûrî hêvî û sembola aşîtiyê ye’

HESEKÊ – Jinên aşûrî yên ku dixwazin hêviyên wan pêk bên ango ji kesên nexweş re dûa bikin, kirasê şîn li xwe dikin.

Aşûrî, ermen û suryanî jî wekî hemû hindikayiyên li nava sînorê Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê bi polîtîkayên qirkirinê re rûbirû mane. Lê li gel van hemû zextan jî çanda xwe ya kevnar parastine û heta roja îro anîne. Yek ji vê çandê jî Kirasê şîn ku sebola kincên gelerî yê civaka Aşûrî ye. Meryem El-Ezra ya ku wekî dayika aşûriyan tê zanîn her dem kirasê şîn ku ji rîbana spî pêk tê li xwe dikir. Ji ber vê jinên aşûrî jî her dem vê çandê zindî dihêlin.

Gelek caran dema ku em li kolanên gundên aşûriyan û Navçeya Til Temir digerin, em dibînin ku jinên aşûrî kincên şîn ku rîbana spî ne li xwe dikin. Ji bo ku em çîroka lixwekirina kirasê hîn bibin û bi xwendevanên ajansa xwe re parve bikin, me hevdîtin bi Welîda Davêd Biraham ku li Gundê Til Mixas ê girêdayî Navçeya Til Temirê dijî re kir.

‘Jinên aşûrî kirasê şîn ê Meryem El-Ezra salê du caran li xwe dikin’

Welîdayê serpêhatiya kirasê şîn wiha rave kir: “Kirasê Şîn ku ji rêbana spî pêk tê kirasê me yê resen û gelerî ye. Bi taybet ev kiras yê dayika Meryem El – Ezra ku wekî dayika aşûriyan tê zanîn e. Di salê de em du caran vî kirasî li xwe dikin. Em vî kirasî carekê di 1’ê Gulanê de û carekê jî di 1’ê Tebaxê de li xwe dikin. Carek ji bo nedr (daxwaz) a ku ji xuda kiriye. ya duyem jî ji bo kesên nexweş ku rehet bibin û kesên koçber ku vegerin warê xwe ye. Ev kiras li gorî nedra ku hatiye kirin heta 15 rojan dikare bê lixwekirin.”

‘Temen ji lixwekirina kirasê Şîn re tune ye’

Welîdayê diyar kir ku kirasê Meryem El-Ezra dikare li zaroka ku nû çêbûye jî bê kirin û wiha dom kir: “Temen ji lixwekirina kirasê Şîn re tune ye, zaroka ku nû çavên xwe li jiyanê vedike jî û kesên temen mezin jî dikarin vî kirasî li xwe bikin.”

‘Kirasê Meryem El-Ezra ji bo aşûriyan hêvî û sembola aşîtiyê ye’

Welîdayê teqez kir ku kirasê şîn ji wan re mîna hêviyek û sembolekê ye û wiha dewam kir: “Dema ku em dixwazin kiras li xwe kin em diçin ji Dêra Meryem El-Ezra vî kirasî tînin. Eger li gorî me jî tune be em didin çêkirinê. Dema ku amade dibe em şevekê kiras li Dêrê dihêlin û roja din li xwe dikin, bêyî ku em kiras nebin dêrê çênabe ku em li xwe bikin. Eger em li xwe jî bikin, daxwaz û hêviya me jî pêk nayê.”

‘Şîn rengê asîman û kûrahiya dilê mirovan û spî jî sembola aştiyê ye’

Welîdayê armanca kirasê Meryem ku ji rengê Şîn û Spî pêk tê wiha vedibêje: “Rengê şîn rengê asîman, ava paqij û kûrahiya paqijiya dilê mirovan dide der. Herwiha di heman demê de rîbana spî jî sembola aşîtiyê ye. Ne tenê kirasa şîn heye sor jî rengê xwîna Mesîh, Qehwe Mar Şerbil û Reş jî sembola Mar Ilyas e. Her kirasek ango rengek ji wan nîşana mesîhekî ku di dîrokê de bi nav û deng bûn û ji gelê xwe re xizmet dikin e.”

‘Bi girêdana rêbana Spî, xwestekên mirovan pêk tên’

Welîdayê got ku dema jinek tiştekî ji xweda dixwaze rîbana spî girêdide û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Kirasê Şîn kirasê miradê mirovan e, eger jinek ango zarokek tiştekî ji xweda dixwaze, rêbana spî a kirasê şîn di wan 15/30rojan de, girêdide. Em weke mirov parasvanên çand û baweriya xwe ne.”

Back to top button