Arşîv

Li Kampa Berxwedan werşeya kardestiyan ji jinan re hate vekirin

Bi armanca destekdayîna aborî bi jinan re, Desteya Jin a herêma Efrînê bi şahiyekê werşeya kardestiyan di Kampa Berxwedan ya kantona Şehbayê de vekir.

Şahî bi bi axaftina destpêkê ji hêla endama Saziya Malbatên Şehîdan Hêvîn Elûş ve destpê kir. Hêvîn vekirina werşeyên li jinan pîroz kir û got: “Em vekirina werşeyê li tevahiya jinên kampê pîroz dikin. Bi rêya vê werşeyê em li rex her jinekê disekinin û alîkariya wê dikin. Em hêvî dikin ku kar di werşeyê de berdewam bike û di dema bê de proje berfireh bibe.”

Desteya Jin a herêma Efrînê bi derfetên kêm karî pêwîstiyan ji bo kirîna caw, dezî û morî peyda bike. Hejmara jinên ku di werşeyên de kar dikin 25 jin ji niştecihên Kampa Berxwedan e û dê di meha yekemîn de li ser neqşekirina li ser caw werin perwerdekirin.

Girêdayî mijarê endama rêveber a werşeyê Henîfe Reşîd ji ajansa me re got: “Armanca me ji vekirina werşeyê, alîkariya bi jinan re ye, her wiha da ku jin û demên xwe yên vala dagirin. Dewama werşeyê dê ji saet 08:30`an ve heya 16:00`an dewam bike.”

Back to top button