Arşîv

`Em ê li dijî gefên Tirkiyê bisekinin û parastina xaka xwe bikin`

Jinên endamên rêxistin, yekitî û sendîkayên civaka sivîl ên bajarê Kobanê di çarçoveya hemleya ku Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 8`ê Tebaxê bi dirûşma “Parastina xak û rûmeta xwe bikin û dagirkeran û DAIŞ`ê bişikînin” dest pê kir, daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kir.

Beşdar li pêşiya navenda TEV-DEM`ê li navenda bajarê Kobanê kom bûn, alên TEV-DEM, Kongreya Star û pankartên “Gefên we hevgirtina Bakurê Sûriyê ji hev naxin” hildan.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Kantona Kobanê Gulê Seîd ve hate xwendin.

Gulê Seîd, djiminatiya dewleta Tirk û gefên wê şermezar kirin û diyar kir ku ew piştgiriya xwe bi hemleya ku Kongreya Star daye destpêkirin, didin nîşandan. Gulê wiha got: “Dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan serdema Osmaniyan bide vejandin.”

Her wiha Gulê tekez kir ku Erdogan hewl dide hemû Sûriyê dagir bike, ne tenê rojhilat û bakurê wê, her wiha hewl dide Iraqê jî dagirk bike û serweriya xwe ser Lîbya û Misrê bi rêya rêxistinên terorîst mîna DAIŞ û El-Qaîde û Îxwan Mislimîn pêk bîne.

Gulê diyar kir ku ew wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li dijî gefên Tirkiyê tê bikoşin û parastina xak û rûmeta xwe li dijî dagirkeran bikin.

Gulê Seîd bi navê jinên endamên rêxistin, yekitî û sendîkayên civaka sivîl ên Kobanê daxwaz ji civaka navneteweyî bi hemû deste, rêxistinên jinan û navneteweyî, mafparêz, hemû rêxistinên civaka sivîl, Koalîsyona Navneteweyî û raya giştî kir ku bi erka xwe rabin û gefên Tirkiyê bidin rawestandin, her wiha nehêlin ku êrîşên xwe li ser herêmê pêk bîne.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina yekbûna gelan bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27