Arşîv

Jinên Helebê: Komunên xweser cihê hevgirtina jinan e

HELEB – Komunên xweser ji bo pêşxistina jinên civakê esas in. Jinên taxa Şêx Meqsûd a Helebê derbarê xebatên xwe yên di nava komunên xweser de axivîn: “Komunên xweser cihê civakîbûna jinan e. Di komunê de rihê heskirinê di navbera jinan de geş dibe û ev jî dihêle ku hevgirtina jinan xurt bibê.”

Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê piştî jinên taxê bi rêxistenek xurt des bi vekirina komunên xweser kirin, di sala 2015’an de komunên xweser li taxê hatin vekirin. Di nava xebata komunan de jin li hev kombûn û komîteyên xwe yên xweser wekî komîteye parastinê, perwerd, aborî, li hev anînê û tendirustiyê dan avakirin. Jinên Taxa Şêx Meqsûd wiha gotin: “Komun bingeha avakirina civakeke exlaqî û polotîk in. Em jin bi rihekî komunal tev digerin.”

‘Komunn cihê civakîbûna jinan e’

Seroka komunên şehîd Gulê Selmo, Mewlode Silêman derbar xebat û tevgera jinan di nava komunan de wiha got: “Piştî şerê ku li taxa Şêx Meqsûd qewimî qediya, me pêwistî dît ku hevgrtineke jinan were avakirin ji bo ku li hember hemû cûreyên êrîşan jin bibin yek û karîbin rê li pêşiya êrîşan bigrin. Ji ber wê me erka rêxistinkirina jinan di nava civakê de girt ser milên xwe. Di nava taxê de 12 komun hene bi rêk û pêk erka xwe bi cih tînin û alîkariyê ji civaka xwe re dikin. Di nava komînan de hemû jin li hev dicivin û pirsgirêkên civaka xwe nîqaş dikin û çareseriyê ji jinan re pêşk dikin. Komun rihê me geş dikin.”

‘Pêwîste her jinek cihê xwe di nava komunan de bigire’

Endama Komîteya Perwerdê ya komunan Zêyneb Elî derbarê tevlîbûna xwe ya nav komunan de dibêjê ku ew hemû jin di nava komunan de bi awayê kolektîf dixebitin û wiha axaftina xwe domand: “Di nava komunên me de em jin yek rih in û xebata xwe bi rengekî aktîv didin meşandin. Divê jin ji nava dîwarên malê derkevin û derdora xwe, civaka xwe nas bikin. û rêxistina xwe li hember hişmendiya civaka baviksalar xurt bikin. Ez hêvîdar im ku hemû jin di nava komunan de cih bigrin û yekîtiya xwe ya xweser ava bikin.”

Back to top button