Arşîv

Xweseriya Demokratîk Ronesansa Rojhelata Navîn e

“Salvegera sêyemîn a Rêveberiya Xweser, encama tekoşîneke pir kûr a gelê Kurdistanê ye. Ev projeyeke nû ya paradîgmayî ye ku di Rojhilata Navîn bûye nimûneye ronesanseke hişmendî ya li hember sîstema navneteweyî ya netewe-dewlet a têkçûyî ye.

Ev proje li Rojavayê Kurdistanê weke lêgerîneke xwe bi xwe li çareseriyê derkete holê.

Ev Rêveberî di wextekê de hate ragihandin ku şoreşa Sûrî astek girtibû û şerê çekdarî li seranserî welêt belav bûbû û ji aliyekî din ve jî danûstandinên Cenevreyê dest pê kiribûn û hemû aliyan xwe eşkere kiribûn. Hinek aliyan jî xwe weke pêşeng û xwediyê gotinê di siberoja Sûriyayê de didîtin. Dîsa jî hinek Kurdên ku armanca wan desthilatdarî bû û li gel aliyên muxalefetê li Cenevreyê bi Rêjîmê re diçûn ser maseyan hebûn.

Di demeke wisa de, xwediyên şoreşê yên rastîn, ên ku Rêjîm ji bajarên xwe derxistin, tekoşîn dan meşandin, şoreşa civakî, siyasî û çandî di herêmên xwe de pêk anîbûn û bi siyaseta xeta sêyemîn weke projeyekê xwe destnîşan kirin jî hebûn. Lê belê em xwediyên şoreşê li derveyî hewildanên siberoja Sûriyayê dihatin hiştin.

Di demek wisa de bi pêşengtiya tekoşîna azadiya Kurdistanê projeyeke nû hate pêşkêşkirin. Hemû gelên herêmê jî li ser esasê neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan Rêveberiya xweser ragihandin. Wêrekiyeke mezin ji gaveke wisa dîrokî re diviya…

Eger em gavekê şûnde herin; mirov dikare gelek encaman ji temenê sê salî yê vê rêveberiyê derxîne.

Di 16`ê Tîrmeha 2013`an de li Serêkaniyê êrîşa yekemîn li dijî vê ezmûnê berî salvegera wê ya yekemîn dest pê kir. Ev êrîş dihat wateya şerê li dijî destkeftiyên gelê Kurd. Ji wê çaxê ve heta niha ev sê sal in Rêveberiya Xweser di bin dorpêçeke aborî  û siyasî ya pir kûr de ye. Ji aliyê navneteweyî ve naskirinek fermî jê re nehatiye çêkirin û di aliyê leşkerî de jî êrîşeke pir mezin li ser Rojava dest pê kiriye.

Lê belê li hemberî vê yekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di hêla parastin, sazûmanî, pêkanîn pêdiviyên civakê, diplomatîk û xizmetguzariyê de gavên dîrokî avêtin. Divê em bizanibin di nava şer de afirandina derfetên bi vê awayî ne tiştekî hêsan e.

Vê rêveberiyê li hersê kantonan karîbû xwe li hemberî hemû êrîşan û li hember terora dinyayê biparêze. Her wiha di asta hundirîn de Asayîşa Rojava weke hêzeke profesyonel kar dike û hemû êrîşên hundurîn vala derxistine.

Civaka me ji hundur malê ango ji komîn heta bi kantonê ve xwe rêxistin kiriye. Di çareserkirina pirsgirêkên civakê de gavên mezin hatin avêtin, li gorî rapora îsal ya saziya dadweriyê 11 hezar doz hatine çareserkirin. Di nava van 3 salan de meclisên qanûnsaz valahiya rêxistinî dagirtin. Di aliyê aborî de planeke xwetêrkirinê bi rêya kooperatîfan hate pêşxistin.

Ev herêmên xweser bûn cihên ewle ji bo koçberên hundurê Sûriyayê bi giştî û her wiha ji bo penaberên Iraqê jî.

Di nava van 3 salan de ya herî balkêş tekoşîna azadiya jinê ye. Jina ku li Rojhilata Navîn weke xenîmeta şer dihat dîtin, jina ku xwe dikuşt, jina ku dihat kirîn û firotin, îro di pêşengtiya jina Kurd de; di hemû aliyên jiyanê de cihê xwe girtiye. Îro di xeta azadiya jinê de pergaleke demokratîk tê avakirin.

Di aliyê diplomasî de jî li gelek welatan ji Başûrê Kurdistanê de bigire heta bi seranserî Ewropa Rûsyayê nûnertiyên Rêveberiya Xweser hene û wê di demeke nêz de li Amerîkayê jî vebe.

Bi vê projeya biratiya gelan re, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û meclisa wê ya siyasî hate avakirin.

Vê projeyê hemû ol, bawerî û gelên herêmê hemêz kirin.

Ev gav hemû bûn zemîneke guncaw û xurt ji bo îmzekirina hevpeymaneke civakî li Rojava û Bakurê Sûriyayê û li ser vê bingehê Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê hate erêkirin.

Îro jî di kesayeta salvegera Komara Mehabadê de, em wek gelê Kurd divê wê dersê derxînin ku Kurd divê xwe bispêrin îradeya xwe ya xweser û yekîtiya xwe ava bikin, ji bo ku weke wê Komarê hilneweşin.

Di wextekî de ku kesekî bawerî nedida li vê gemiyê siwar bibe û digotin wê binav bibe, lê belê bi taybetî jin û ciwanên ku bawerî dan û her kesê em gihandin roja îro cihê rêzdariyeke mezin in. Bi vê munasebetê kesên ku di meclîsa damezirandina vê projeyê de di destpêkê de amade bûn, ji ciwan, pîr û kal û jin silav dikim.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27