Arşîv

Li Kampa Berxwedanê ji bo jinan kargeh hat vekirin

ŞEHBA – Bi pêşengiya Desteya Jinê ya Herêma Efrînê ji bo jinan kargeha karê destan li Kampa Berxwedanê y Şehbayê vekirin.

Desteya Jinê ya Herêma Efrînê ji bo pêwîstiyên gel kargehek karê destan ji bo jinan li kampa berxwedanê vekirin û nêzî 25 jinên ji kampê cihê xwe tê de digirin. Jinên ku dê nêzî mehekê bên perwerdekirin piştre wê dest bi kar bikin. Kargeh ji aliyê dayikên têkoşerên azadiyê ve hat vekirin. Piştre li ser navê dayikên têkoşerên azadiyê, Hêvîn Eloş axivî û ev kargeh li hemû jinan pîroz kir û serkeftin ji wan re xwest.

Têkildarî vê mijarê Cîgera Rêveberiya Desteya Jinê y Efrînê Bêrîvan Şilfo li ser vekirina kargehê axivî.

‘Ji bo pêwîstiyên jinan ev proje hat avakirin’

Bêrîvanê di destpêka axaftina xwe de vekirina kargehê li hemû jinan pîrozkir û wiha domand: “Em vê kargehê li hemû jinên kampê pîroz dikin. Me dît pêwîstiyA jinan bi kar heye ji bo debara xwe bikin û ji ber vê yekê kargeh hat vekirin. Em jî li gor derfetên kêm bi jinan re dibin alîkar û pêwîstiyên wan pêk tînin.”

‘Armanca me ew e ku jin xwe pêş bixin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Bêrîvanê balkişand ser armanca wan ji vekirina kargehê û got: “Armanca me ew e ku aborî vegere xwediyê xwe. Jin bi sekna xwe ji vê pêvajoyê re dibin bersiv û bi îrade û hêz xwe li hember dagirkeriyê û koçberiyê xwe îsbat dike.”

‘Hêviya me ev proje hîn berfirehtir bibe’

Bêrîvanê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bi hêvî ne ev proje berfirehtir bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi hêvî ne ku di pêşerojê de, projeyên xwe berfireh bikin û li Kampa Serdemê û li her deverê xwe bighêşin jinan û pêwîstiyên wan pêk bînin. Hêviya me ya mezin jî ew e ku em vegerin Efrînê û li wir projeyên xwe bidomînin.”

Back to top button