Arşîv

HPC-Jin li dijî êrîşkariya Tirkiyê daxuyanî da

Li dijî gefên Tirkiyê yên li ser hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan endamên saziyên sivîl ên li bajarê Helebê û endamên Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) beşdarî pêngava Koordînasyona Kongreya Star a bi slogan “Parastina xak û rûmeta xwe bikin û dagirkerî û DAIŞ`ê têk bibin” bûn.

Xwepêşandan ji navenda HPC-Jin a li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir û ber bi Çerxerêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li rojhilatê taxê ve çû. Xwepêşandêran alên Kongreya Star û wêneyên şehîdan hilgirtin, her wiha sloganên “Bijî berxwedana jinan û bijî rêber Apo” berz kirin.

Meş li çerxerêyê veguharî mîtîngê û ji aliyê rêvebera HPC-Jin Nesrîn Reşîd ve daxuyaniyek hate xwendin.

Daxuyaniya HPC-Jin wiha ye:

“Pêvajoya ku gelê Bakurê Sûriyê tê re derbas dibe, planên navdewletî yên êrîşkariya destkeftiyên Rojava yên bi saya şehîdên vî gelê berxwedêr hatine bidestxistin, şoreşa Bakurê Sûriyê, ji ber beşdariya jinan di hemû qadên siyasî, leşkerî, fermandarî de li dijî teror û hişmendiya baviksalar, şoreşa jinan e.

Li ser vî esasî hemû plan û êrîşên derve bi berxwedana leheng û şehîdên wekî Arîn, Barîn û Avestayan ku canê xwe di oxira pêkanîna demokrasî û dadmendiya mirovî ya di navbera hemû gelên li herêmê de dane, têk çûn. Li ser vî esasî pêkhateyên li Bakurê Sûriyê yekrêz in.

Hêzên Parastina Civakî-Jin li dijî hemû êrîşên li ser herêman ku vîn û destkeftiyên gelan dikine armanc, amade ne.”

Xwepêşandan bi sloganên “Bijî berxwedana jinan û bijî rêber Apo, “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Back to top button