Arşîv

Berxwedana li hember gef û êrîşan wê bidome

ŞEHBA- Jinên gundê Birc Qas ê Navçeya Şêrewa li ser êrîş û gefên dewleta tirk axivîn û gotin: “Em ê berxwedaniya xwe li dijî êrîş û gefên dewleta tirk bidomînin û tirsa me ji êrîşên wan nîne.”

Gundê Birc Qasê yek ji gundên navçeya Şêrewa ye. Gelê gund bi êrîş û gefên dewleta tirk re rûbirû dijîn û ji aliyê Rejîma BAAS’ê ve hatiye dorpêçkirin. Herwiha rêya di navabera Kantona Şehbayê û gund de jî hatiye astengkirin. Ji aliyê din ve jî komên çeta yên girêdayî dewleta Tirk gund dorpêç kirine û gel rojane bi gef û êrîşan re rûbirû ye. Têkildarî vê mijarê jinên gundê Birc Qasê nêrînên xwe parve kirin.

‘Berxwedan wê li dijî êrîşan bidome’

Endama Kongreya Star a Gundê Birc Qasê Hesna Hemo axivî û got: “Li gund nêzî 2000 kes jiyana xwe tev gelê Efrînê yên ku li gund bi cih bûne didomînin, rojane niştecihên gund rastî êrîş û gefên dewleta tirk û komên çeta yên girêdayî wê tên. Rêyên gund hemû hatine dorpêçkirin, ji aliyê Rejîmê û komên çeta ve. Em nikarin derbasî kantona Şehbayê bibin ji bo pêwîstiyan. Lê berxwedana me li dijî êrîşan wê bidome û em amade ne ji bo rizgarkirina Efrînê.”

‘Tirsa me nîne’

Jina bi navê Cîhan Muhemed Hemo jî êrîşên dewleta tirk li ser Gelê Kurd şermezarkirIN û wiha pê da çû: “Em êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û em ê bi berxwedanê Efrnê rizgar bikin Efrîn ya kurdan e û tu carî nabe ya Erdogan. Rojane topebaranên xwe bi ser gel de tînin; zarok û jin birîndar dibin, lê rêya di nava me û kantona Şehbayê de girtî ye ji bo ku em kesên nexweş derman bikin wan derman bikin.”

‘Em ê bi fikira Netewa Demokratîk li dijî êrîşan rawestin’

Ciwana bi navê Nûrşan Xêro Ibrahîm li ser hêz û rêxistinên ciwanan li hember êrîşên dewleta tirk axivî û wiha vegot: “Em her tim xwe perwerde û rêxistin dikin li dijî êrîşên dewleta tirk. Em ê her û her li ser piyan bin û hêza xwe xurt bikin. Berxwedana me jî wê her tim li dijî êrîş û gefan bidome.”

‘Perwerdekirin wê bibe bersiv ji dijmin re’

Fatimê Hesen jî hestên xwe li hember dagirkeriyê û êrîşan anî ziman û wiha domand: “Em tu carî ji êrîşan natirsin û em gund û erdê xwe ji dijmin re nahêlin. Ez dayîkek Efrînî me ez ê her tim xwe perwerde bikim û xwe bi pêş bixim li hember êrîşan ji ber ku perwerde wê bibe bersîv ji dijmin re.”

Back to top button