Arşîv

Hêza Parastina Jinê bi daxuyaniyekê beşdarî hemleya Kongreya Star bû

OBANÊ – Hêzên Parastina Cewherî ya Jinê li herêma Firatê di çorçoveya hemleya çalakiya Kongreya Star, ku li dijî dagirkirin û êrîşên dewleta tirk hatibû destpêkirin daxuyeniyek da û got: “Li dijî gef û êrîşan divê berxwedaneke bêhempa hebe û ew jî bi îrade, fikir û cesareta jinê pêkan dibe.

Di çarçoveya hemleya çalakiya Kongreya Star, ku li dijî dagirkirin û êrîşên dewleta tirk ya li ser Bakur û Rojilatî Sûriyeyê da despêkirin, Hêzên Parastina Cewherî ya Jin li pêşiya konê çalakiya mertalên zindî li gundê Qeremuxa dikeve Kantona Kobanê daxuyeniyek dan. Bi dehan endamên Hêzên Parastina Cewherî ya jin di daxuyaniyê de amadebûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Hêzên Parastina Cewherî ya Jin Nûjîn Îbrahîm ve hat xwendin.

Di daxuyaniya Kongreya Star de ev tişt hat gotin: “Em weke hêza parastina jin ya herêma Firatê êrîşên dewleta tirk a li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin û gefên wê yên ku li herêmên me dixe bi armanca ku aramiya di vî welatî de heyî nemîne û îradeya gel têk bibe û desthilatariya xwe li ser herêmên me ferz bike.

Em weke hêza parastina jin destek û tevlîbûna xwe ji bo hemleya ku Kongreya Star destpêkerî di bin dirûşmeya”Ax û rûmeta xwe biparêze dagirkerî û DAIŞ´ê têk bibe” didin.
Weke tê zanîn serokê dewleta Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan di van demên dawiyê de daxuyanî dabû ku wê êrîşeke leşgerî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne. Girêdayî van gefan em wekî hêza parastina jin li dijî van gefan amedene ku xak û welatê xwe ji dijmin û dagirkeran biparêzin û heta dawiyê li ser piyan bin û asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Berxwedaneke bêhempa pêwiste

Ji ber ku parastin mafekî exlaqî û polîtîke. Di bingehên zagonên xwezayî de hatiye avakirin parastin ne tenê bi şer û sîlehê dibe, li dijî qirkirin, zilm, dagirkerî û koçberî divê parastin bê kirin. Ji niha û şûnde em wekî hêza parastina jin soza xwe nû dikin. Em ê nehêlin dagirkerî axa me tûne bike û hovitiya xwe nîşanî me bide. Li hember wê berxwedaneke bêhempa pêwîste. Ew jî bi îrade, fikir û cesareta jin pêkan dibe. Tişta girîng ku çawa jin karibe li hemberî hovitî û tûndiyê sekna xwe diyar bike. Rêber APO dibêje ‘Civaka ji parastinê mehrûm civaka mehkûmî têkçûnê ye û ji azadiyê dûre.’

Parastina xwe xurt bikin

Em weke hêza parastina jin li ser xeta Rêbertî û bi zîhniyeta civakek exlaqî û polîtîk biafirînin û bikin armanca bingehîn ya tevahî civakên di xeta azadiyê de têkoşîn dikin. Ji bo vê yekê divê em tevahî jin li ser xeta parastina rewa şêwazên xwe yên parastinê xurt bikin û hemû kêliyên xwe bi Serokatî re jiyan bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên”Bijî Serok APO”, “Jin jiyan azadî” û”Bimrê îxanet” bi dawî bû.

Back to top button