Arşîv

Gulnaz Osman: Îslama Demokratîk banga wekhevî û aşîtiyê ye

HESEKÊ- Endama Rêveberiya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Gulnaz Osman maf û rola jinê di ola îslamê de nirxand. Gulnazê tekez kir ku Îslama Demokratîk banga wekheviyê ye.

Endama Rêveberiya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Navçeya Til Temir Gulnaz Osman, rol û misyona jinê di civaka xwezayî de gihiştibû kîjan astê, çima û di bin navê çi de zanebûna jinê jê hate dizîn û ayîdê zilam hate dîtin, ji Ajansa me re rave kir.

‘Di dîrokê de zayenda pêşeng jin bû’

Gulnazê diyar kir ku di civaka xwezayî de jin xwedî rolek pir girîng bû û got: “Di serdema civaka xwezayî de jin pêşeng û xwedî rolek pir girîng bû, kilan bi rêve dibir, derman ji xweza diafirand û wekhevî dida meşandin. Di wê demê de jin pîroz dihate dîtin.”

‘Di avakirina tebeqeyan de jin û civak hatin kole kirin’

Gulnazê da zanîn ku di serdema Sumeran de koletiya civakê hat despêkirin û wiha bilêv kir: “Zilamê qurnaz dît ku jin her ku diçe civakê ber bi wekhevî û edaletê ve dibe ji lewra di serdema Sumeran de mafê jin hate windakirin di heman demê de tebeqa di nava civakê de dan avakirin. Piştî Sumeriyan jî desthildaran her şidet li dijî jinê dimeşandin û ji mafê wê xwezayî mehrûm dikirin. Êdî jin nema pîroz hate dîtin û dema ku diket Regilê de wê dûrî malê dixistin, dema jin dûcanî jî dibû û zaroka wê keç bû, zaroka wê bi saxî binax dikirin.”

‘Ola Islamê banga wekheviya di navbera jin û mêr de kir’

Gulnazê diyar kir ku Ola Islamê bi armanca rakirina zilm û zordariyê hat û wiha axaftina xwe domand: “Ji ber ku di wê demê de pir zilm û zordarî hebû. Hz. Muhemed banga Ola Îslamê kir, bi armanca ku zilma li ser jinê di asteke kêm de be jî were rakirin. Bi Ola Îslamê êdî jin hinekî bû xwedî maf û keç nema bi saxî dihatin oxirkirin û recimkirin.”

‘Ol ketiye bin xizmeta desthilatdariya dewletan’

Gulnazê di berdewama axftina xwede têgeha Îslama Demokratîk pênase kir û wiha pêde çû: “Îslam tucarî nebûye dewlet, gelek Dewlet bi navê Islamê xwe avakirin wekî Dewleta Ebasî, hikûmet û desthildaran, di roja me ya îro de dewleta tirk dixwaze bi navê Îslamê dagirkeriya welatan ji xwe re rewa bike û para Îslama Osmaniyan ji her welatî bigire, lê ev Îslama Xapînok e .”

‘Islama Demokratîk li hember fikirên tarî têdikoşe’

Gulnazê balkişand ser reşkirina Ola islamê ji aliyê dewletan û tekez kir ku Ol ji bo xizmeta mirovahiyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “DAIŞ’ê hîn jî di Herêmên me de hebûna xwe di warê fikirî de, didomîne. Çawa ku di warê leşkerî de li dijî DAIŞ’ê têkoşînek pir mezin hat meşandin û hatin tune kirin, di warê olî û fikirî de jî têkoşînek pir mezin heye. FikirA Îslama Demokratîk a ku Rêber Abdulah Ocalan pêşkêşî me kir dikare li hember fikirê DAIŞ’ê tarî têbikoşe.”

Gulnazê di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Em bang li belavkirina çanda Islama Demokartîk a ku banga wekeheviya di navbera jin û mêr de dikin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27