Arşîv

Kongreya Star çalakiyên hemliya xwe didomîne

HELEB – Bi pêşengiya rêxistina Kongreya Star û Hêzên Parastina Cewherî ya jinê ya Taxa Şêx Meqûsd, di çerçûveya rêze çalakiyên hemleya li dijî êrîşên dewleta tirk de meşek bi dirûşmeya ” Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe ” hat lidarxistin.

Di çerçûveya hemleya çalakiya Kongreya Star ku li dijî êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojilatî sûriyeyê da despêkirine, rêxistina Kongreya Star meşek girseyî li bi tevlîbûna bi dehan endamên Hêza Parastina Cewherî ya jinê hat lidarxist.

Meş ji pêşiya Navenda Hêza Parastina Cewherî hat destpêkirin û heta taxa Rojhelat dom kir. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan,daxuyanî ji reya giştî re hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye: “Têkoşîna me bi xwîna şehîdan bi ser ket. Em ê li ber xwe bidin û em ê ax û rûmeta xwe li dijî hemû êrîşan biparêzin. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Ji ber jin di her qadekÊ de cihê xwe girtibû, berxwedanek bê hampa li hemberî zihiniyeta bavkselarî û dagikeran dabû meşandin, ji bo ku bihêje îjiyaneke hevbeş û axa xwe ji dagirkeran biparêze. Em ê bi hemû pêkhateyan axa xwe biparêzin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” , “Bijî serok Apo” bi dawî bû .

Back to top button