Arşîv

Jinên helebê : Em ê bi çalakiyên xwe gefên dewleta tirkiyê vala derxin

HELEB – Bi pêşengiya rêxistina Kongreya Star û Hêzên Parastina Cewherî ya jinê ya Taxa Şêx Meqûsd, di çerçoveya rêze çalakiyên hemleya li dijî êrîşên dewleta tirk de meş hat lidarxistin. Jinên ku tevlî meşê bûne gotin: “Dê berxwedana me herdem bidomê, heta serkeftin misoger dibe.”

Bi pêşengiya rêxistina Kongreya Star û Hêzên Parastina Cewherî ya jinê ya Taxa Şêx Meqûsd, di çerçoveya rêze çalakiyên hemleya li dijî êrîşên dewleta tirk de meş hat lidarxistin. Jinên ku tevli meşê bû bertekên xwe li dijî dagirkeriyê anîn ziman.

‘Em ê bi çalakiyên xwe gefên dewleta tirk vala derxin ‘

Jina bi navê Fatma Henan li ser rêze çalakiyên Kongreya Star axivî û wiha got: “Em ê her çalakiyên xwe li dar bixin. Em gefên dewleta tirkik li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê şermezar dikin. Em ê hemû gefên dewleta tirkiyê li ser herêmên me vala derxin. Divê em hemû bibin yek heta ku em van êrîşkaran ji nava xwe derxînin.”

‘Berxwedan dê bidome ‘

Jina bi navê Fîdan Ehmed jî axivî û wiha got : “Berxwedan her wê bidome heta ku serkeftin misoger bibe, tucarî gefên dewleta tirk bandorê li ser me nakin, ji ber ku em bûne xwedî hêz , em xwedî Rêber û felsefeyek azad in. Riya ku me dest pê kiriye qet nayê berdan.”

Back to top button