Arşîv

Jinên herêmên rizgarkirî hemleya xwe berdewam dikin

Bi dirûşmeya `Em bûn yek bi serketin û em ê li berxwe bidin û biparêzin` çalakiyên ku jinên herêmên rizgarkirî destpê kirine bi tevlibûna jinên Tebqa, Dêrazor, Minbic, meclis û malên jinan ên bajêr û gundewaran tevî Şaredariya Gel a Reqayê, çalakiyên xwe berdewam dikin.

Konê çalakiya konvedanê li taxa El-Teyar rojavayê pirê yak u hatiye lidarxistin bi alên jina Reqayê û pankartên bi nivîsên `Na ji dewleta Tirk a dagirker re`, `Mil bi mil li dijî dewleta Tirk a dagirker`, `Bijî berxwedana jina azad`, `Jina Firatê wê serî li bin her alekê ji bilî ala QSD`ê netewîne`, `Na ji zordarê Osmanî re `hatin xemilandin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navên Rêveberiya Jin a Dêrazorê Melek Rebah, Rêveberiya Jin a taxa El-Teyar Zehra Şilaş û Rêveberiya Jin a Tebqayê Nesra Ebake axaftin hatin kirin.

Axaftvanan destnîşan kirin ku herêmên wan ewle ne û Tirkiyê bi gefên xwe hejandina wê ewlehiyê û têkbirina serkeftinên Rêveberiya Xweser dike hedef.

Her wiha diyar kirin ku kombûna wan di çalakiyê de ji cîhanê re di serî de dewleta Osmanî tekez dikin ku gelê herêmê her mudexeleyekê di herêmê de red dikin.

Axaftvanan balkişandin ser ku îro ew wek yek gelî di bin konê çalakiya de mudexeleya Tirkiyê protesto dikin û ji wan re dibêjin serkeftin pare vî gelî ye û dê bi yekrêzî tevahiya herêman heta Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker rizgar bikin.

Piştre beşdarên çalakiyê dirûşemyên silavkirina berxwedanê û berxwedana jina azad berz kirin.

Tê bibîrxistin ku jinên herêmên rizgarkirî (Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrazorê) bi dirûşmeya Em bûn yek biserketin û em ê li berxwe bidin û biparêzin hemleyek li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan destpêkirin. Ev hemle di rojên cejnê de rawestîn, lê îro jinan çalakiyên xwe bi lidarxistina çalakiya konvedanê li Reqayê berdewam kirin.

Tê payîn ku çalakiya Reqayê du roj bidome.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27