Arşîv

HPC-Jin: Her êrîşeke Tirkiyê li ser herêmên me wê bê bersîv nemîne

Bi hezaran endamên Hêzên Parastina Civakî-Jin ya kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li dijê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin dirûşmeya `Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirker û DAIŞ`ê tune bikin` de, meşiyan.

Meş ji çarxerêya 4`ê Nîsanê ya bajarê Qamişlo destpê kir. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Hêzên Parastina Cîvakî-Jin, YPG û YPJ`ê û pankartên bi nivîsên `Jin jiyane û jiyanê diparêze`, `Bimire faşîst`, `Axa te azadiya te ye` û `Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAIŞ`ê tune bikin` rakirin.

Meş heya bi çend metreyan nêzî sînorên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de berdewam kir. Beşdaran dirûmeşyên `Bimire Erdogan`, `Kojer Erdogan`, `Bê serok jiyan nabe` û `Bi can û xwîn em bi te re Ocalan` berz kirin. Her wiha şervanên Berxwedana Serdemê yên ku li Efrînê çalakiyan li dijî dewleta Tirk a dagirker pêk tînin silav kirin.

Piştre meşvan li ber kembera bakur a bajarê Qamişlo li hember sînorên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de rawestîn û deqeyek rêzgirtin sekinîn. Piştî wê endama rêveber a Hêzên Parastina Civakî-Jin Nûjîn Dêrik axivî û got: “Ji 8 salan ve û şêniyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî faşîzma Tirk disekinin.”

Nûjîn destnîşan kir ku di nav Şoreşa Rojava de û ji bo tunekirina terorê gelê herêmê bi hezaran şehîd dane.

Di nav gotinên xwe de Nûjîn diyar kir ku piştî tunekirina DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tirkiyê îro bi awayekî eşkere radgihîne ku wê destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 8 salên aloziyê de tune bike û got: “Her êrîşek ji hêla Tirkiyê ve dê bê bersîv û berxwedan nemîne. Em ê axa xwe biparêzin.”

Meş bi berzkirina dirûşmeyan di nav tilîliyên dayîkan de bi dawî bû.

Back to top button