Arşîv

Ji Kongreya Star banga piştgiriya konê çalakiyê

Endamên Kongreya Star li navçeya Eyn Îsayê bang li hemû jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku destekê bidin konê çalakiyê yê li Girê Spî û li dijî dagirkeriya Tirk serî hildin.

Kongreya Star di çarçoveya pêngava xwe ya bi slogana “Parastina xak û rûmeta xwe bikin û dagirkerî û DAIŞ`ê têk bibin” de ku di 8`ê Tebaxê de dest pê kir, daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û bang li hemû jinan kir ku beşdarî konê çalakiyan bibin.

Daxuyanî bi beşdariya bi dehan endamên meclis û komîteyên navçeyê, ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan şaxê Eyn Îsa Necah Dîb ve hate xwendin.

Necah bang li hemû jinên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku beşdarî konê çalakiyan ê li Girê Spî hatiye vegirtin, bibin.

Jinan tekez kir ku ew ê rê nedin dewleta dagirker a Tirkiyê ku herêmên wan ên aram dagir bikin û ewlehiyê têk bibin, her wiha ji bo parastina xaka xwe ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27