Arşîv

Jinên li Serêkaniyê: Dem dema têkoşînê ye

HESEKÊ – Di bin dirûşmeya “Ax û rûmeta xwe biparêze dagirkerî û DAÎŞ’ê têk bibe” bi hezaran endamên Hezên Parastina Civakê ya Jinan li Serêkaniyê li dijî êrîşan meşek li dar xistin û gotin: “Dem dema têkoşîn û çalakiya berxwedan û parastinê ye.”

Bi hezaran endamên Hezên Parastina Civakê ya Jinan (HPC-JIN) a Katnona Hesekê, ji Meclîsa Bajarê Serêkaniyê heta Konê Mertalê Zindî ya ku li ser sînorên Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatiye vedan meşiyan. Di meşê de dirûşmên wekî “Em ê axa xwe biparêz in û nahêlin dagirker bihostekê ji axa me dagir bike” berz kirin. Meş li ber Konê Mertalên Zîndî bi dawî bû û li vir ji hêla endama Rêveberiya Hêzên Parastina Jin (HPC-JIN) a bajarê Dirbêsiyê Nesrîn Hesen ve daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Parastina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastina civaka Netewa Demokratîk e. Şervanên me bi şerê xwe ya li hember DAÎŞ’ê bi dilwêrekî û qehremanî sekinîn û bûn reng û dengê wîjdana mirovatiya Rojhilata Navîn. Wê îroj jî ev deng û reng li dijî faşîzma dagirker a Erdogan di çeper, yekîne û ewlehiya jiyana civakî de bi qehremanî şer bikin.

Li dijî qetlîaman xwe parastin…

Hemû gelê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn temsîla welatparêzî û vîna civaka birêxistinkirî. Divê em vê rastiyê jibîr nekin û bi wesîleya berxwedana dîrokî, divê ji her wextî zêdetir, xwedî li Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sîstema Netewa Demokratîk derkevin û wê biparêzin. Eger em destkeftiyên Şoreşa Civaka Netewa Demokratîk neparêzin em ê bi kuştin û qetîlaman, firotin û tundiya li ser jinan re rûbirû bimînin. Ji bo wê jî em dibêjin ‘Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagrikerî û DAÎŞ’ê têk bibe’. Dem dema têkoşîn û çalakiya berxwedan û parastinê ye.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27