Arşîv

Li dijî êrîşan li Qamişloyê meş hat lidarxistin

QAMIŞLO – Bi hezaran endamên Hêzên Parastina Civakî yên Kantona Qamişloyê bi meşekê êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Di bin dirûşmeya “Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirker û DAIŞ`ê tune bikin”, bi hezara endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên Katona Qamişloyê li dijî êrîş û gefên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê meşiyan. Di meşê de dowîzên wekî “Jin jiyan e û jiyanê biparêze” û “Bimire faşîst”, hilgirtin. Meş li çerxareya 4’ê Nîsanê dest pê kir û heta sînor dom kir.

Endama Rêveberiya Hêzên Parastina Civakî-Jin Nûjîn Dêrik piştî meşê axivî û wiha got: “Ji destpêka aloziya Sûriyeyê û gelê Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê li dijî dagirkrî û gefên dewleta tirk li ber xwe didin. Piştî tune kirina DAIŞ’ê dewleta tirk êdî metrsiyekê mezin ji hêza gelê li ser vê axê û pergala netewa demokratîk dibîne. Çiqas êrîşên xwe zêdetir bikin, hêz û berxwedana gel bilindtir dibe. Kes nikare hêza vî gelî bişkîne.”

Back to top button