Arşîv

‘Bes e Erdogan, gefên te bandorê li me nakin’

Endamên HPC-Jin li kantona Qamişlo bi dirûşma “Rûmet û axa xwe biparêzin û dagirkerî û DAIŞ`ê têk bibin” ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê daketin qadan.

Di meşê de, endamên HPC-Jin ji ajansa me re axivin û teqez kir ku ew amade ne ax û gelê xwe heta dawiyê biparêzin.

Henîfe Xelef got: “Em wek dayik destpêkê û endamên HPC-Jin bê deng namînin û em ê li ser xeta şehîdên xwe û felsefeya rêberê xwe ku derfet da me em îro bigihîjin vê astê û mafên xwe biparêzin, bimeşin”

Henîfe wiha berdewam kir: “Bes e Erdogan, gef û kiryarên te yên hovane yên li ser gelê me bandorê li me nakin û em ê destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.”

Her wiha endama HPC-Jin Rebîe Ehmed jî diyar kir ku ew ê heta dawiyê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ`ê li ber xwe bidin û wiha domand: “Ew wek pêkhateya Ereb tev li HPC-Jin bû da ku ax û rûmeta xwe biparêze. Ez ê axa xwe bi îradeya xwe ya ku min ji şehîdan girtiye biparêzim û ger pêwîst bike em ê bibin mertalên zindî li hemberî faşîzma Tirk.”

Neîma Sebrî jî got ew amade ne li dijî hemû êrîşên ku ewlehî û îstiqrara herêmên wan dikin hedef, bisekinin û tekez kir ku ew dev ji soza ku dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan bernadin û wiha domand: “Bi pêşengiya jinên azad, me karî bala tevahiya cîhanê bikişînin ser şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gefên Tirkiyê bandorê li me nakin û israr û hêza parastina herêma me zêde dike.”

Neîme bi domdarî got: “Kesên ku kezeba xwe ji bo welatê xwe dane, ew paşde venagerin.”

Şaha Seîd jî wiha axivî: “Parastina rûmet û axê erkek e li ser milê hemû kesên welatparêz dikeve. Em wek dayik, em ê parastina axa xwe bikin û wê biparêzin, ji ber ku me bi xwîna şehîdan av daye.”

Şaha anî ziman ku wan êrîşî tu kesî nekiriye, lê ger xetee çêbe, ew ê bi hemû hêz û îradeya xwe parastina xwe bikin û çawa ku wan çeteyên DAIŞ`ê têk bir, ew ê dagirkeriya Tirkiyê jî têk bibin.

Back to top button