Arşîv

Çalakiya li Reqayê bi dawî bû, pêngav berdewam e

Çalakiya konvendanê ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li taxa Teyar a bajarê Reqayê ya ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmê bi dawî bû. Çalakiya duh destpê kir û îro bi beşdarbûna şandeyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwendina daxuyaniyekê bi dawî bû.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Rêvberiya Jinan a Reqayê Zuleyxa Ebdî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêngava rêveberiyên jinan ên li dijî gefên Tirkiyê yên êrîşkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Me yekitiya xwe ava kir, em biser ketin, em ê li ber xwe bidin ta biparêzin “didomin.

Zuleyxa Ebdî wiha domand “Di çarçoveya pêngavê de li tevahî herêmê, di nav de bajarê Reqayê konên çalakiyan hatin vegirtin. Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo du rojan konê çalakiyê venda. Kon pankartên “Me yekitiya xwe ava kir, em biser ketin, em ê li ber xwe bidin ta biparêzin”, ” Mil bi mil li dijî dagirkeriya Tirk”, “Jinên Firatê serî natewî û destekê didin QSD” û “Ji dîktatoriya Osmanî re na” hatibû xemilandin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pêk kir.

Hemû meclisên gel ên bajar û gundewarên Reqayê, meclisên jinan, saziyên sivîl, Meclisa Sivîl a Reqayê, meclisên rêveber û qanûnsaz, şande ji bajarê Tebqayê û rêveberiya wê ya sivîl, Rêveberiya Jinan a Tebqayê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Rêveberiya Jinan, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê û Rêveberiya Jinan a Minbicê, rêveberiyên xweser ên kantonên Kobanê û Girê Spî, Kongreya Star, şandeyek ji Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Leşkerî ya Reqa, şandeyek ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şandeyek ji ciwanên pêşeng, Hêzên Parastina Civakî û Hêzên Xweparastinê beşdarî çalakiyê bûn.

Şandeyên beşdar axaftin kirin. Di axaftinan de destwerdanên Tirkiyê di herêmên Sûriyê de û “Herêma ewle” ya li gorî şetên Tirkiyê hatin redkirin. Her wiha hate gotin ku QSD‘ê li Bakurê Sûriyê li şûna tevakî cîhanê şerê rêxistina DAIŞ‘ê kir û serdema zulm û desthildarî bi dawî kir. Bal hat kişandin ku Tirkiyê destek da terora DAIŞ‘ê da ku xaka Sûriyê binpê bike. Di axaftinan de hate gotin wê çawa baweriya me bi Tirkiyê were ya ku rojane komkujî û binpêkirinên ne mirovî li dijî xelkê Efrînê pêk tîne, ji ber vê yekê em ne êrîş û ne jî herêma ewle ya Tirkiyê dixwaze qebûl dikin.

Li ser vê esasî em çalakiya konvedanê ya li bajarê Reqayê bi van dawazan bi dawî dikin:

– Em gefên Tirkiyê yên êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin.

-Em bêdengiya navdewletî ya li hemberî kiryarên dîtkator Erdogan ê hewl dide bi rêya çalakkirina şaneyên xwe ewlehiya herêmê têk bibe, fitneya eşîrtî, etnîkî û nijadî di navbera gelê Sûriyê de derxistine, şermezar dikin.

-Em herêma ewle ya li gorî şertên Tirkiyê red dikin, ji ber ku dê bibe çirava terorîstên DAIŞ‘ê ku çareke din bikevin nava refên Sûriyê.

-Em bêdengiya navdewletî ya li hemberî binpêkirinên ne mirovî yên li Efrînê û guhertina demografiya herêmê şermezar dikin.

-Em bang li Koalîsyona Navdewletî dikin ku helwesteke cidî li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk diyar bike.

-Em bang li civaka navdewletî dikin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk wekî hêzeke ku ji bo aştiyê dixeibte, bi nav bike.

-Em bang li civaka navdewletî dikin ku doza jinên Sûriyê yên ji aliyê DAIŞ û dagirkeriya Tirk ve şidet li ser wan hatine kirin wekî dozeke cîhanî bibe.

-Rêveberiyên xweser nûnertiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Li ser vê yekê em çalakiya konvedanê bi dawî dikin, lê pêngava me berdewam e madem hîna gef li ser gel û herêmên me hene.”

Back to top button