Arşîv

Ji çalakiya konvedanê: Jin dagirkeriyê red dike

Bi dehan jinên taxa El-Mişleb û El-Endelus serdana çalakiya konvedanê ya ku li taxa El-Teyar a rojavayê pira nû ya bajarê Reqayê hatiye lidarxistin kirin. Çalakî di roja xwe duyemîn de di çarçoveya hemleya `Em bûn yek bi serketin û em ê li berxwe bidin ji bo ku biparêzin` de berdewam e.

Endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, saziyên sivîl ên gundewarê rojhilatê bajêr, jinên Minbicê, jinên Kobanê, jinên Girê Spî, Buroya Têkîliyên Derve, Saziya Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Xweparastinê, Meclisa Ciwanên Reqayê û Yekitiya Jinên Ciwan tev li çalakiyê bûn.

Di bin konê çalakiyê de beşdaran deqeyek rêzgirtin sekinîn, piştre gelek axaftin hatin kirin. Jê axaftina endama rêveber a Meclisa Jinan a bajarê Minbicê Henaa El-Şerîf. Henaa got: “Wek jinên bajarê Minbicê kombûna me li vir asta yekrêzî û hevgirtina tevahiya pêkhateyên herêmê isbat dike.”

Piştî wê bi navê Yekitiya Jinên Ciwan Menal Ziwîb axivî û parastina welat û destkeftityên ku bi saya xwîna şehîdan hatine pêkanîn tekez kir. Her wiha diyar kir ku Tirkiyê hewl dide ewlehî û aştiya herêmê têk bibe.

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Meclisa Jin a herêma El-Keramê Ezîz El-Mehmûd got: “Em bi tundî êrîşên Tirkiyê û îdiayên wê ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Em ji wan re dibêjin, em ê li hember wan bi tevahiya hêza xwe bisekinin û em nahêlin mîna ku Osmaniyê bi erdê me kirine dubare bikin.”

Tê payîn ku çalakiya konvedanê ya ku duh destpê kiriye, îro bi daxuyaniyekê ji hêla Rêveberiya Jin a Reqayê bi dawî bibe.

Back to top button