Arşîv

HESEKÊ- Îro bi dehan jinên Çiyayê Kizwanan hember gef û êrîşên Dewleta Tirk li ser piyan radibin.

HESEKÊ- Îro bi dehan jinên Çiyayê Kizwanan hember gef û êrîşên Dewleta Tirk li ser xaka
Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dauyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku:"Herêma Ewle
tê wateya rewakirina dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê".
Di vê dema dawî de gefên Dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne. Bi
aramcna şermezarkirina gefan Jinên Çiyayê Kizwanan ê girêdayî Navçeya Til Temirê,
daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Elya El-Îsa ve hate xwendin.Daxuyanî wiha bû:
"Sûriyê di rewşeke pir nazik û dîrokî re derbas dibe, gef û zêdekirina leşkerên Dewleta Tirk li
ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê,zêde bûye. Çawa ku Bab,Cerablus û Efrîn dagirkir
dixwaze Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dagir bike. Dewleta Tirk hêza xwe ji bêdengiya
Navnetewî û hêzên herêmî ,digre di nava hevpeyman û tîfaqan de. Gefên Tirkiyê DAÎŞ zindî
dike û dixwaze jinûve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di warê leşkerî de ava bike. Gef qirkirina
gelan hedef digre û dixwaze xewnên osmaniyan pêk bînin.
"Herêma Ewle"ku Erdogan qala wê dike dê ne herêmeke ewle be dê mîna Efrîn,Bab û
Cerablus be ku heya roja me ya îro di nava kabûsekê de jiyan dikin. Em ê bi rihê Ş.Bêrîtan
têbikoşin û rê nedin dagirker û neyaran ku dîsa xaka ku bi xwîna zarokên me hatiye
rizgarkirin, biçewisînin. Em ê nameya aşîtiyê ku ji Rêberê mirovahiyê Abdulla Ocalan hatiye
pêk bînin û kirîza Sûriyê çareser bikin.

Back to top button