Arşîv

Mamosteyên jin li Rojava meşiyan

KOBANE/HESEKÊ – Li rojavayê Kurdistanê bi hezaran mamosteyên jin di çerçoveya rêzeçalakiya hemleya Kongreya Star de meş li darxistin.

Di çerçoveya rêzeçalakiyên Kongreya Star ku li dijî êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Ax û rumeta xwe biparêze DAIŞ û dagikeriyê têk bibin” destpêkirin de, îro li Kantona Kobanê û Hesekê bi pêşengtiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) meşek girseyî hat lidarxistin.

Mamosteyên jin li dijî dagirkeriyê meşiyan

Bi sedan ji mamosteyên jin ên Kantona Kobanê bi meşeke girseyî beşdarî hemleya Kongreya Star bûn.

Di çerçoveya rêze çalakiya hemleya Kongreya Star ku li dijî êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê di 8’ê tebaxê de, bi dirûşmeya “Ax û rumeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe” hatibû destipêkirin, îro bi sedan mamosteyên jin ên Kantona Kobanê meşek girseyî li qada Şehîd Egît dan destpêkirin û heta qada Jina Azad dom kir. Di meşê de pankartên bi nivîsa “Bijî wekheviya gelan”, Na ji dagirkeriya dewleta tirk re”, “Em wek mamosteyên jin ên Kantona Kobanê ji zihniyeta dagirkeriya Osmaniyan ya li ser her çar parçeyên Kurdistanê re dibêjin na” û “Çawa ku bi berxwedana jinê faşîzma DAIŞ têk çû her wiha wê faşîzma tirk jî têk biçe” wêneyên Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiyê û alên Kongreya Star hatibûn hildan. Her wiha di meşê de bê navber bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana gelan”, “Berxwedan jiyan e” û “Bijî yekîtiya gelan” hatin berzkirin. Piştî meşê bi deqeyekê rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê daxuyanî ji aliyê berdevka Xweser ya Desteya Perwerdeyê li Kantona Kobanê Rûken Muhemed ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “”Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev 8 salin ku di pêşketina avakirina girava azadiyê de ji bo jinan û gelên cîhanê têkoşîneke bê hampa û dijwar dide meşandin. Dewleta tirkiyê, ji destpêkê ve, vê têkoşînê ji bo xwe weke tehdîdekê dide nîşandan. Me bi têkoşîna xwe ya dijwar a 8 salan ev êrîşên DAIŞ`ê tekbirin û ji hemû dinyayê re qada demokrasiyê vekir.”

Çawa ku jin di xeta yekemîn de di çeperên şer de xwe îsbat kirin em jî weke jinên Ronakbîr, mamosteyên civakê ji bo piştgirtina li pêş dagirkeriyê, qirkirinê her tim helwesta xwe nîşan didin û bi berxwedana lehengan, di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn rêz û rêçikên hêjayî bineqişînin. Her wiha nifşên welatê azad bi fikir û felsefeya neteweya demokratîk li ser kevneşopî û pîvanên exlaqî perwerde bikin. Axa Bakurê Sûriyê axa me wargeha wekheviya gelan e.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Li serê Kaniyê meş hat lidarxistin

Bi armanca şermezarkirina gefên Dewleta Tirk li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê,îro bi hezaran Mamosteyên Kantona Hesekê li Serêkaniyê meşeke girseyî li dar xistin.

Di çarçoveya rêze çalakiya hemleya Kongreya Star ku di 10’ê Tebaxê de hate îlankirin, Mamosteyên Kantona Hesekê, Navçeya Serêkaniyê,Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê, li Serkaniyê meşeke girseyî lid ar xistin. Meşa ku ji Çarxereya Şehîdan a Navçeya Serêkaniyê dest pê kir heta konê mertalê zindî dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Na ji dagrikeriya Tirkiyê re” û “Ax û rûmeta xwe biparêzin DAIŞ û Dewleta Tirk têk bibin”hatibûn hilgirtin. Piştî ku mamoste gihiştin konê mertalê zindî ku di roja xwe ya 13’an de çalakiya xwe dewam dike û bi dirûşma “Bimire faşîzm “û “Berxwedan Jiyan e” berz kirin.

Paşê Berdevka Mamosteyên Xweser a Navçeya Dirbêsiyê Sozdar Mihemed daxuyanî xwend û wiha got: “Armanca gefên Dewleta tirk împratoriya osmaniyan ku bi hezaran gel qirkirin, zindî bike û DAÎŞa ku bi hêza şervanên QSDê têk çû, ji nû ve wan birêxistin bike.Tirkiyê ya têk çûye û tengasiyeke mezin dijî, dest pêkê bila kirîza xwe ya hundirîn çareser bike. Îktîdara tirk pergala Netwa Demokratîk ji bo xwe bi xeter dibîne. Em ê li hember polîtîkayên faşîzmê ku qirkirina gelan hedef digre, têbikoşin. ”

Çalakiya mamosteyan bi piştgiriya konê mertalên zindî, bi dawî bû.

Back to top button