Arşîv

Hêvîn Silêman: Dê berxwedana Gelê Kurd bi ser bikeve

HELEB – Endama Koordînasyona Kongreya Star Hêvîn Silêman, tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdinê şermezar kir û got: “Dixwazin hêza gel têk bibin. Lê em jî dê bi berxwedana Gelê Kurd bi ser kevin.”

Hemleya Kongreya Star ku li dijî êrîş û dagirkeriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Ax û rumeta xwe biparêze DAIŞ û dagikeriyê têk bibe” di 8’ê tebaxê de dabû destpêkirin. Endama Koordînasyona Kongreya Star a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê Hêvî Silêmanî armanca hemleyê nirxand.

‘Gelê Bakurê Kurdistanê xwediyê vînekê mezinin’

Hêvîn di destpêka axaftina xwe de êrîşên ku li ser şerdariyên Amed, Wan û Mêrdinê şermezar kir û wiha got: “Tucarî tu dagirkerî nikarê vîna gelê azadîxwaz bişkîne, helbet xeta berxwedanê dê bi ser keve Gelê Bakurê Kurdistanê xwedî vînekê mezine ku ewqas sal li ber xwe dane. Pêvajoya ku niha em dijîn pêvajoyeke pir girîng e, hesas û xetere ye. Ji ber ku niha li ser her çar parçeyên Kurdistanê bi hemû cûreyan êrîş pêk tên. Me wek Rêxistina Kongreya Star hemleya bi nevê “Ax û rumeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe” da despêkirin. Armanca me ya hemlêyê em wek nasnameya jin, welatê xwe li hember her cureyên êrîş û binpêkirinan biparêzin û berxwedana xwe her demê zêdetir xurtir bikin.”

‘Hemleya me dê 6 mehan dom bike’

Hêvîn di berdewamiya axaftina xwe de behsa rêze çalakiyên hemleyê kir û wiha dewamî da axaftina xwe: “Hemleya me dê 6 mehan dom bike. Di hundirê van 6 mehan de rêzeçalakiyên me hene. Li her Kanton û qadan rêzeçalakî pêk tên. Yek ji wan qadan, qada Helebê ye. Bi armanca hemleyê ku li dijî êrîşên li ser Bakur û Rohilatê Sûriyeyê em wek rêxistin çalakiyên wek civîn, meş, daxuyanî û hwd. li dardixin. Armanca me ew e ku li dijî desihilatdaran çirûska berxwedanê û vîna azadiyê bilintir û geştir bikin.”

‘Bi rihê wekhev tevlî çalakiyê dibin’

Hêvîn bal kişad tevlîbûna jinan ji bo hemleyê û wiha got: “Gelên Helebê bi hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen bi rihek netewî tevlî hemleyê dibin û li dijî dagirkeriyê helwestên xwe tund nîşan didin. Hemû gel bi rihê wekheviyê tevlî çalakiyê dibin. Êrîşên ku li ser me tê meşandin em weke jin têk bibin û civaka demokratîk ava bikin. Me van axan bi xwîna têkoşerên azadiyê girtiye û armanca me ew e ku em xwediyê xwîna xwe derkevin û axê xwe biparêzin. Em rê nadin tu dagirkeran ku axê me talan û wêran bikin. Bi berxwedana Gelê

Back to top button