Arşîv

Jinên Reqayê: Em rê nadin parçekirina xaka Sûriyê

Duh çalakiya konê mertalên zindî ya ku bi Rêveberiya Jinan li herêmên rizgarkirî (Reqa, Minbic û Dêrazorê) bi slogana “Bi yekrêziyê em bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin da ku em xwe biparêzin, na ji dagirkeriya Tirkiyê re” organîze kiribûn, bi dawî bû. Çalakiyê 2 rojan dewam kir.

Jinên beşdarî konê çalakiyê bûne, ji ajansa me re axivîn. Jinan gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin.

Di vê çarçoveyê de rêvebera Meclisa Jinan a Reqayê Xewla El-Îsa axivî û got: “Me wek jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di dema hebûna çeteyan de gelek êş kişand û îro jî careke din Tirkiye hewldana dagirkirina herêmên me dike, em jî di bin vî konî de ji hemû cîhanê û dewleta Tirkiyê tekez dikin ku li dijî hemû kiryarên dagirkeriya xaka me, em bi israr in.”

Xewla wiha axaftina xwe dewam kir: “Berê em xafil bûn, lê îro em hevpeymanên dewleta Tirk û berjewendiyên dewletên din re di herêmên me de, ku hewldana parçekirina xaka me dikin baş dizanin, em rê nadin parçekirina xaka Sûriyê, xaka bi saya berdêlên giranbûha hatiye bidestxistin.”

Endama Komîteya Perwerdeya Jinan şaxê Reqayê Şemis Abdulqadir axivî û îşaret bi yekrêziya li dijî metirsiyên li ser xaka Sûriyê kir, her wiha got wekî ku wan bi perdeya tarî ji asmanê bajarê xwe rakir, ew ê li dijî gefên ku ewlehî û aramiya herêmên wan dixwin, rawestin.

Paşê welatiya bi navê Sara Yusif ku ji taxa Nehda ye, axivî û tekez kir ku konê çalakiyê li dijî gefên Tirkiyê hate vedan, her wiha da ku ew isbata berxwedan û zêdekirina pêngavên xwe bikin, ji ber Tirkiyê hewldana têkbirina israr û şikandina vîna wan dike.

Welatiya bi navê Zehra Qasim ku ji taxa Endelos a bajarê Reqayê yeî, axivî û got: “Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê tu carî rê nedin dagirkeriya Tirkiyê ku careke din derbasî xaka me bibe, em hemû baş dizanin ku dewleta Tirkiyê derveyî ku kiryaran der heqê gelê Sûriyê de pêk tîne, di kirîza aborî re jî derbas dibe, îro jî îdiaya “parastina sînorê xwe dike”, em jî wek jinan em ê rê nedin çeteyan xaka me wêran bikin û mafên me binpê bikin.”

Zehra wiha dawî li axaftina xwe anî: “Erdogan der heqê şêniyên Efrînê de kiryarên dermirovî pêk anî, ne bes bû, îca dar şewitandin, jin revandin û maf jî binpê kirin. Erdogan û çeteyên xwe dixwazin me koçber bikin, lê em jî wekî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê nadin vê yekê.”

Di dawiyê de Elîsar Hesen ku beşdareke çalakiyê ye û ji herêma xeta rojhilat a bajêr e, axivî û got: “Beşdariya me ji konê çalakiyê re isbata piştgiriya şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji ber êş û doza me yek e, em yekdest in, em di bin yek alê de dijîn û em ê rê nedin bindestiyê.”

Back to top button