Arşîv

‘Em ê têkoşîna xwe li hemberî dagirkeriyê mezintir bikin’

ŞEHBA – Mamosteyên KPC- D’ê ên ku tevlî meşa li dijî dagirkeriyê bûne axivîn û gotin: “Em ê li hember dagirkeriyê berxwedan û tekoşîna xwe bilind bikin.”

Mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a Herêma Efrîn û Şehbayê di çarçoveya kampanyaya “Ax û Rûmeta xwe Biparêzin, Dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibin” nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin û gotin ku li dijî êrîş û gefan dê li ber xwe bidin.

‘Êrîş û gefan şermezar dikin’

Mamosteya bi navê Bêrîvan Sîdo têkoşîna jiyanê ya şêniyên Efrînê ya ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk anî dane nirxand û wiha got: “Li Efrînê gel 58 rojan berxwedana xwe domand, niha li Şehbayê jî ligel zor û zehmetiyan têkoşîna jiyanê didin. Em êrîşên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê şermezar dikin. Êrîşên dewleta Tirk nabe bend li hemberê berxwedana me.”

‘Dê berxwedan bidome’

Mamoste Eliye Ebdo a ji Efrînê diyar kir ku êrîşên dewleta tirk her tim Gelê Kurd hedef digire û wiha domand: “Dewleta tirk bi êrîşê û gefên xwe her dem Gelê Kurd hedef digire ji bo qirkirina Gelê Kurd û çanda dayikê. Em gelê Efrînê û şagirtên Rêber Abdullah Ocalan herdem amade ne ji bo rizgarkirina xaka Kurdistanê. Em ê bi fikir û ramana xwe li hemberê dagirkeriyê rawestin û berxwedana xwe bidomînin.”

‘Li dijî êrîşan her tim jin û ciwan li ber xwe dan’

Mamoste Berîhan Omer jî di axaftina xwe de bal kişand ser hemleya Kongreya Star wiha got: “Berxwedan û îradeya jina Efrînê tucarî bi êrîşên dewleta tirk naşke. Jin û ciwanên Efrînê her tim li dijî êrîşan serî hildane. Em êrîş û gefên dewleta tirk ser xaka Kurdistanê tevahî bi tundî şermezar dikin. Em ê bi dirûşmeya ‘Ax û Rûmeta xwe Biparêzin, Dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibin’ di nava liv û tevgerê de bin. Em ê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişkînin.”

Back to top button