Arşîv

Desteserkirina şaredariyan têkçûna hikumetê ye

ŞENGAL – Li Bakur li 3 bajaran; Şaraderiya Bajarê Mezin a Amedê, Wan û Mêrdînê ku bi îrade gel hatibûn hilbijartin ji aliyê hikûmetê hatin desteserkirin û qeyûm tayînî wan hatin kirin. Lê hikûmeta AKP bi dest danina ser şaredariyan da nîşandan ku îradeya gel nas nake. Li hemberî vê biryarê nêrazîbûna kurdan her diçe belav dibe.

Li Bakur Şaraderiya Bajarê Mezin a Amedê, Wan û Mêrdînê ku bi îrade gel hatibûn hilbijartin bi fermana hikûmeta AKP’ê bi rêya Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê hatin desteserkirin û qeyûm tayînî wan hatin kirin. Lê hikumeta AKP bi dest danina ser şaredariyan careke din da nîşandan ku îradeya gel nas nake. Li hemberî vê biryarê nêrazîbûn her ku diçe zêde dibe. Nerazîbûneke li hemberî vê desteserkirinê jî ji jinên Şengal’e hat. Jinan destnîşan kir ku ev desteserkirina îrada gel e û di heman demê de rastiya tek çûyîna hikumeta AKP ye.

Hevseroka Meclîsa Xanesorê Hena Elyas li ser mijare nerînên xwe bi vî awayî anîn ziman; “şarederayen bakurê Kurdistanê yên Barên Mezin Wan, Amed û Merdînê ji aliye hikûmeta AKP’ê ve hatin desteserkriin û qeyûm tayînî wan hat kirin, şaredariyên ku îradeya gel hikûmet dixwezê wan li gorî xwe bide meşandin û îradeya gel tune dihesibîne. Em wek jinên Şengalê vê yek qebûl nakin û şermezar dikin.”

‘Em ji şengalê heta Bakur nerazîbûna xwe dişînin’

Endame Meclîsa Jin ya Xanesorê Nûrê Xwededa jî wuha axîfî; “Ez di serîda berxwedanîû îradeya gelê me yê bakurê Kurdistanê pîroz û slav dikim. Nabe ku şaredariyên bi îrade ya gel hatine hilbijartin bên desteserkirin û li şûna hevşaredaran qeyûm bê tayînkirin. Gel bi îradeya xwe hevşaredarên xwe hilbişartine. Çawa ku ev neheqî ji aliy bakurê Kurdistanê nayê qebûl kirin, em jî qebûl nakirin û ji Şengalê denge xwe digihinin bakurê Kurdistanê û tayînkirina qeyûman şermezar dikin.”

‘Em dayikên berxwedêrr silav dikin’

Berfê Elyas jî derbare destdanîna ser şaredariyên gel di despêka axaftina xwe de gelê Bakur slav kir û wuha got; “ Gelê me yê Bakur bi vîn,hêvî bawerî ye û serê xwe li hember dijmin danayne. hezar silavên xwe ji Çiyayê Şengalê em silavên xwe ji gelê û dayikên berxwedêr re dişînin. Destdanîna şaredariyan tiştekê herî xerab û destdanîna ser îradeya gel e. Şaredarî bi îradeya gel hatiye hilbijartin. Zilmê li gelê me yê bakur dikin. Di xwezin îradeya gel bişkînin. Lê mixabin ew şikestina dijminê dagirker e. Şikestina hukumetê ye ku nereheti û zilmê li ser gel dike. Ya herî xereb jî ku dewletên din jî ji vê zilmê re çavên xwe digirin. Em tayînkirina qeyûman li se şaredariyan şermezar dikin. ”

Back to top button