Arşîv

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sê civînên din

Kongreya Star hemleya xwe ya ku bi dirûşmeya `Ax û rûmeta xwe biparêze û dagirkerî û DAIŞ`ê tune bike`, didomîne. Di wê çarçoveyê de îro sê civîn, li ber komîna şehîd Mistefa, Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya taxa Şêxmeqsûd û di kolana dibistan Fayiz Mihemed de li taxa Eşrefiyê li dar xistin.

Bi dehan şênî tevî her sê civînan bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kirin û gelek axaftin ji hêla endamên rêveber ên Kongreya Star û endamên rêveber ên Meclisa giştî hatin kirin.

Axaftvanan behsa geşedanên siyasî yên ku li Rojhilata Navîn rû didin bi taybet li ser asta Sûriyê û êrîşên li dijî tevahiya parçeyên Kurdistanê ji hêla dagirkerî ve kirin.

Endamên rêveber di nav gotinên xwe de parçekirina Sûriyê û gefên li dijî wê destnîşan kirin. Axaftvanan diyar kirin ku ji ber ku Rejîma Sûriyê hindek herêmên Sûriyê ji çaranûsek ne diyar re hiştin û mudexeleyên dewletên derve ji bo ku aloziya Sûriyê ji bo berjewendiya xwe bi kar bîbin qebûl kirin bûn sedema parçekirina Sûriyê û Tirkiyê yek ji wan delwetan e.

Endamên rêveber destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameya xwe de diyar kir ku ew amade ye aloziya Sûriyê di hefteyekê de çarser bike û silavên xwe ji êlên Ereb re şandin.

Axaftvanan tekez kirin ku di encama binketa hevdîtinên Tirkiyê de bi Ocalan re, Tirkiyê êrîşî şaredariyên bajarê Bakurê Kurdistanê mîna Amed, Mêrdîn û Wanê kir. Her wiha serokên şaredariyan bi hinceta pergala hevserokatiyê girtin. Axaftvanan destnîşan kirin ku Tirkiyê ji bo ku serokên şaredariyan bigire hincetên nerast bi kar tîne

Di dawiya gotinên xwe de axaftvanan girîngiya yekrêziya ref di navbera pêkhateyên bakurê Sûriyê de tekez kirin û diyar kirin ku ew xwedî vînek xurt in, dikarin herêmên xwe birêve bibin, biparêzin û ne bi hewcedariya tu hêzekî derve ne.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27