Arşîv

Kongreya Star kuştina Lema Mihemed şermezar kir

Duh li taxa Zorava ya bajarê Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê di encama nakokiyek malbatî de, jina navê Lema Mihemed El-Rezc a jêrî 20 salî bi awayekî hovane hate kuştin.

Li ser wê Kongreya Star a herêma Serêkaniyê bi koordîneya Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Kantona Hesekê çalakiya neraîzbûnê li dar xist.

Di çalakiyê de daxuyanî ji hêla endama rêveber a Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Paşo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

Di tevahiya civakan de çi di encama tundiya ji hêla êlan ve yan jî bi navê (namûsê) be yan jî di bin navên din yan jî nakokiya çekdarî de sûcên kuştinê di bin navê cinsê de rû didin. Di piraniya deman de kesên ku ew sûc kirine nayên cezakirin.

Hertim jin bûye qurbaniya zihniyeta mêrdestiyê ya desthilatdarî. Qanûn û kevneşopiyên riziyayî di bin navê ol de azadî û mafên jinê ji destê wê birin û ew bê par hiştin. Ev qanûn ji aliyê nirxa mirovahiyê ve di pileya duyemîn de ye û ayîdî zilam e.

Wek Kongerya Star a girêdayî kantona Hesekê em bi maf, azadiya jinê û têkoşîna wê bawer dikin û vê zihniyeta kuştina dirûnî û bedenî ya jinan û hiştina wan a bê maf red dikin. Doza jinê pêşketina civakê asteng dike û ji bo rêgirtina li pêşiya van haletan û mirsogerkirina mafên jinê, qanûnek taybe bo jinê di sala 2014`an de hate derxistin. Li gorî wê qanûnê, kesê ku sûc der heqê jinan de pêk têne, tê cezakirin.

Ya dawî jinek li navçeya Serêkaniyê bi navê Lema Mihemed El-Rezc ku temenê wê 20 sal derbas nake hate kuştin bêyî ku sedemên bûyerê bên zanîn. Wek Kongreya Star a bajarê Serêkaniyê û rêxistinên mafên jinan em kiryarên kuştin û tundiyê der heqê jinan de red dikin. Em sûcên kuştinê ku der heqê jinan de di bin çi navî de be bila bibe şermezar dikin. Em ê asta têkoşîna xwe mezin dikin û dibêjin na ji tundiya li dijî jinê û na ji kuştinê re. Em soz didin ku kesê sûcdar dê werin cezakirin.

Wek Kongreya Star em ê asta têkoşîna xwe li dijî zihniyeta paşverû mezin bikin û hewl bidin zanabûnê di navbera tevahiya çînên civakê de belav bikin da ku zulmê li ser jinê rakin, azadî, edalet û wekheviyê pêk bînin.”

Daxuyanî bi berzkirina beşdaran dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê, `Jin jiyana azadî` û `Jin jiyan e jiyanê nekujin` bi dawî bû.

Back to top button