Arşîv

‘Bi riya xwendinê zanebûna mirovan zêde dibe’

KOBANÊ – Mamosteyên Kobanê ferq û cudahiya pirtûkxwendinê û înternetê nirxandin û gotin: “Ji bo ku mirov bikaribe ciwan di bin bandora ne baş a înternetê de nemînin, pêwîstî bi pirtûkxaneyan û pirtukan heye.”

Înternet cara yekem di sala 1969’an de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye bikaranîn. Saziya edlî ya girêdayî wezareta parastinê ya Amerîkayê li hemberî şerek an jî talûkeya êrîşek nuklerî ji bo ku di navbera yekîneyên leşkerî de ji bo danustendin qut nebe, ev tora ragihandinê daye avakirin. Wekî destpêkê di qada leşkerî de hatiye bikaranîn, lê piştre bi armanca belavkirina zihniyeta desthilatdariyê di qadên zanist û civakê de jî hatiye bikaranîn. Her wiha di sala 1970’an de dîsa li Amerîkayê li zanîngehan hatiye bikaranîn. Di encama ceribandin û encamgirtinan de, înternet êdî li welatên din jî hatiye belavkirin.

Ger ku em bala xwe bidinê, bikaranîna înternetê piştî salên dirêj li welatên din hatiye bikaranîn. Li welatên Rojhilata Navîn hîn derengtir çêbûye. Ji ber ku pergal dixwaze li gorî xwe civakê biguherîne, wê demê rêbazên xwe dixin dewreyê. Ji bo hêsankirina bikaranînê û hîn zêdetir naskirina civakên ku dê bên teslîmgirtin jî, ‘Rûpela Web’ hatiye pêşxistin. Facebook, twitter, instegram, youtube, whatsapp û hwd. cureyên wan in. Têkîldarî vê mijarê mamosteyên Kobanê nêrînên xwe parve kirin.

‘Înternêt nakokiyan bi xwe re tîne’

Mamosteya dibistana seretayî Edlê Ebdo Oxlo li ser bandora internetê axivî û wiha got: “Bê guman di jiyana mirovan de cihekî girîng yê xwendinê heye. Lê belê ya girîng ew e ku mirov li ser çi mijaran an jî li ser kîjan amûran dixwîne û lêkolînên xwe dike. Dema ku mirov li ser telefonê hewil bide bixwîne wê demê bandorên gelek neyînî li çavên mirovan dike. Ji ber ku ekrana telefonê biçûk e û redaksiyona ku ji telefonê derdikeve bandorên neyînî li mirovan dike. Ev dibe sedem ku mirov bi awayek tendurust nehizire û nikaribe fikrê xwe komî ser hev bike. Lê belê dema ku mirov pirtûk dixwîne û lêkolînan dike an jî hewil dide ku di aliyê bîrwarî de xwe pêş bixîne, bê guman pirtûk deh qatan ji amûrên teknîkê baştir û faydeya wê zêdetir e. Divê em hewld bidin ku ciwan pir zêde di bin bandora internetê ya ne baş de nemînin.”

‘Zêde bikaranîna înternetê xerab e’

Mamoste Necah Heranî jî axivî û behsa zirarên ku mirov ji înternêtê dibîne kir û wiha domand: “Xwendina pirtûkan ji ya înternêtê baştir e. Dema ku mirov li ser înternetê lêkolîn dike di wê navberê de peyamek tê, hizrê mirovan belav dibe û mirov ji wê mijara ku lêkolîn dike qut dibe û fikirên wan belav dibe. Lê bêguman aliyên xwe yên baş jî hene, mînak li ser hinek mijaran mirov di pirtûkekê de her tiştî nikare bibîne. Di wê demê de tu dikarî bi rêya lêgerîna li ser înternetê xwe bigihînî gelek deveran û mijara ku tu lê digerî bi awayekî lez peyda bikî. Ji xwe dema te înternet bi awayek baş bi kar anî û tu nekevî xizmeta wê, ya girîng ew e ku tu wê bixî xizmeta xwe û civaka xwe, wê demê mirov dikare înternetê bi awayek baş binirxîne. Ji bo ku mirov bikaribe ciwanan ji înternetê qut bike, pêwîstî bi pirtûkxaneyan û pirtukan heye. Berê di bajarê me de pirtûkxane tune bûn, lê belê ev demeke ku di bajar de gelek pirtûkxane hatine vekirin. Mirov vê rewşê erênî dikare binirxîne, bi van pirtûkxanêyan re bala xwendevanan jî bi xwendina pirtûkan bikşîne û em dikarin bêjin ku xwendina pirtûkan hinek din pêş ketiye. Ji ber sedemê înternetê mirov zêde bala xwe nadin ser xwendina pirtuk, rojname, kovar û hwd. Ji bo wê pêwîst e ku mirov çanda xwendinê di nava ciwan û civakê de bide pêşxistin.”

‘Pirtûk dihêle pêşketin di xwendinê de çêbibe’

Herî dawî jina ciwan a bi navê Zîlan Mehlî axivî û got: “Pêwîst e ciwan înternêtê kêm bi kar bînin û bikaribin çanda xwendinê di nava civakê de pêş bixînin. Bi rêya xwendinê mirov dikare exlaq, ziman û zanistê hîn bi awayek baştir pêş bixe. Gelek caran înternet bandorên neyînî li ser ciwanan çêdike û di heman demê de mirovan ji civakibûyînê dûr dixîne. Her wiha bêehlaqiyê di nava civakê de ava dike.”

Back to top button