Arşîv

Felsefeya jiyanek nû: Jîneolojî (1)

KOBANÊ – Endama Komîteya Jineolojîyê ya Kantona Kobanê Dîrok Qehreman di derbarê mijara zanista Jineolojîyê de axivî û wiha got:”Bi hêza zanista jinê wê civak car din xwe ji nû ve bide damezirandin.”

Têgêha Jîneolojîyê yekem car di sala 2008’an de di parêznameyê de bi navê Civaknasiya Azadiyê ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin. Piştî ku ev pirtûk hat çapkirin, ji bo berfirehiya tehlîlkirina wê û naskirina vê zanistê tevgera jinên kurd li ser vê têgehê xebatek berfireh dane meşandin. Bê guman di nava dîrokê de ked, têkoşîn û pêşengtiya jinê hebû, lê ev dîrok hatibû veşartin û navê jinê tê de nehatibû derbaskirin. Ji ber zihniyeta baviksalarî tim têgehên jinê û keda wê desteser dikir da ku dîrokek ji bo jînê çênebê û di rûpelên dîrokê de jî were fetisandin. Ji bo careke din ev dîrok vegere rastiya xwe ya jinê pêwistî hebû ku zanista Jîneolojîyê bibe pratîka hemû jinê da di nav de rastiya xwe bibînin.

Di sala 2011’an de Komîteya Jineolojîyê ya zanista jinê hat avakirin. Li gelek deveran navenda danasîna zanista Jineolojî û fêrkirina wê dan çêkirin. Ji bo veguhertinên nû di civakê de li komîn, akademî, dibistan û zaningehan zanista Jineolojîyê hat dayîn û karîbû bibe zimanê jinê li hember civaka yekreng. Têkîldarê mijarê Endama Komîteya Jineolojîyê Dîrok Qehreman wate û girîngiya zanista Jineolojîyê ji ajansa me re parve kir û wiha pirsên me bersivand.

Zanista Jineolojîyê ji bo civakê û jinê çima hatiye pêşxistin?

Jineolojî weke têgêh, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya Civaknasiya Azadiyê di sala 2008’an de girte dest. Ji wê demê û şûnde Jineolojî bû rojeva Tevgera Azadiya jinê. Jineolojî weke têgêh nû ye. Lê weke zanist bingehek xwe ya dîrokî heye. Di nava vê pirtûkê de pirsgirêkên civakî tê nirxandin. Ji bo nûbûnek di nava civakê de zindî bibe Zanista Jinê weke pirtûkekê hate pêşniyarkirin. Her wiha bi baldarbûnek mezin ji aliyê tevahî jinan ve hat pêşwazîkirin. Dîrokeke dewlemend a zanista civakî heye, lê cureyên wê yên ku temamiya wê dike hatibû hundakirin. Weke rastiya jinê nirxên wê, têkoşîna wê ya salan, pêşengtiya wê ya ji civakan re ev hemû xalên hundayibûn. Ji ber zanyarên ku derketin jî pênasekirineke şaş ji bo civakê pêşkêş kiribûn û di nava kategoriyê de civak tengav hiştîbûn.

Zanista Jineolojî tê çi wateyê?

Têgeha Jineolojiyê ji dû peyvan pêk tê. Jin bi zimanê kurdî tê wateya jiyan, jîn û xwezayê. Etmolojiya peyvê jî diyar dike ev zanist ne tenê girêdayî zayendekê ye, lê belê girêdayî jiyan û civakê û bi giştî ye. Em dikarin bêjin zanisteke wiha dikare nêrîna jinê lêkolîn bike û jiyaneke rast biafirîne.

Rêbazên rast ên şîrovekirina zanista Jineolojiyê çi ne?

Mijara sereke ya ku Jineolojî lêkolên dike sererastkirina dîroka berovajî hatiye nivîsandin. Di nav de jî rêbazê heqiqeta jinê zanista Mîtolojî ya ku heya niha di mêjiyê civakê de zindî maye vejîn dike. Lêkolînên heqiqeta jinê, rol û mîsyona wê di rêvebirina civakan de weke hebûn mayinde dike. Di encamê de nêrînên nû tên pêşxistin. Di ol û mezhebên ku vîna jin û hebûna wê didan çewisandin zanista Jineolojî karîbû bibe bersiv ji nêzikatiyên şaş û zimanê çewt yê ku pê jin pênase dikirin. Felsefe û zanista rast a ku kesayeta jin şîrove dike, ew e zimanê zanista Jineolojîyê bû.

Pîvanên hevjiyana rast Zanista Jineolojîyê çawa şîrove dike?

Divê êdî nêrîneke rast ji jiyanê re were destnîşankirin. Bi taybet nêrînên nêyînî ku jiyan bê wate hîştiye werin guhertin. Mînaka wê jî sîstemên kapîtalîzmê yên ku berjewendiya takekesî dide pêş divê ji kokê were rakirin. Li hember van cureyên êrîşên li ser nirxên mirovahiyê têkoşînek pêwist e. Divê watedariya keda hemû mirovan di asta herî jor de were destgirtin. Eger civak van xalan derbas bike, divê hevjiyana azad di nava civakê de were çêkirin û têkîliyên zanistî di navbera her du zayendan de were xurtkirin. Dema em nirxandinên hevjiyana azad dikin bi rengekî felsefîk em digirin dest. Pîvanên danûstandinê were pêşxistin. Eger mirov li ser dîroka mêran jî şirovekirina xwe bike, mirov dibîne ku bindestiyek li mêran jî hatiye kirin. Girêdayî kevneşopiyên civakî û qalibên ku li ser wan hatiye ferzkirin û di jiyana wan de dane pêkanîn, mêr jî bi zextan rû bi rû hatine hiştin. Zanista Jineolojîyê dixwaze vê yekê bi mêran jî bide fêmkirin ku bi şêwaza jiyana şaş hatiye xapandin. Em dixwazin fikrê mêr jî veguherînin rastiya hevjiyana azad da ku serdestiya mêr li ser vîna jinan were parçekirin û bi hev re nasnameyeke rast bi nifşên pêş re bidin fêmkirin.

Hûn peyva Namûs çawa şîrove dikin û nêzikatiyên we ji bo wê çine?

Peyva namûsê teng hatiye nirxandin û tenê di kesayeta jinê de tê şîrovekirin. Eger em bixwazin xwe ji van pîvanan xilas bikin divê em namûsê rast şîrove bikin. Wateya namûsê di asta jor de em weke parastina welat, nirxên mirovan, rûmeta gelan û vîna azad bidin şîrovekirin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27