Arşîv

‘Em ne şer, aramî û aştiyê li welatê xwe dixwazin’

QAMIŞLO – Jinên Kurd û Ereb nerazîbûnên xwe li dijî êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dan û gotin:”Welatê me aram e. Em dixwazin welatê me aram bimîne. Em nahêlin bi êrîşan welatê me bê talankirin.”

Gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di derbarê gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, jinên Kurd û Ereb ên Qamişloyê bertekên xwe nîşan dan. Jinên Kurd û Ereb gotin:”Em ne şer, aramî û aştiyê li welatê xwe dixwazin.”

Endama Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Rojava Ceylan Osman diyar kir ku dewleta tirk naxwaze gelê vê herêmê bi aramî bijî û got: “Piştî ku hêzên QSD, YPG û YPJ’ê hate herêm ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, gelên li vir êdî bi aramî êdî dijîn. Dewleta tirk naxwaze ku gel rehet bijî. Heta niha şaneyên razayî hene û dixwazin ewlehiya herêmê bi dawî bikin. Bila dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan êdî bi erkê xwe rabin. Divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê derkeve.”

‘Em Kurd aştiyê dixwazin’

Endama Weqfa Jina Azad a Rojava ya beşa Tendirustîyê Melka Hesaf gef û êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: “Ev ax axa me Kurda ye. Dewleta tirk bi gefxwarinên xwe nikare me dûrî axa me bixe. Em ê axa xwe biparêzin û dev jê bernadin. Em Kurd em aştiyê dixwazin, em şer naxwazin, lê dema ku şer were ber deriyên me, em ê jî şer bikin û li ber xwe bidin.”

‘Dewleta tirk naxwaze gel bi aramî bijî’

Ji Rêveberiya Buroya Jinê ya Partiya EL-Muhafizîn Dîmokratî, Endelîb Mihemed a Ereb da zanînin ku tevahî netewên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî demokratîk dijîn û got: “Dewleta tirk li dijî azadî û wekheviya gelan e. Wek gel di bin siya pergala Netewa Demokratîk de me xwe birêxistin kiriye. Erdogan li dijî sîstema demokratîk û jiyana hev beş e. Dixwaze netewan ji hev dûr bixe ku li dijî hev derkevin. Armanca dewleta Tirk ew e ku gel bitirse û wek ku Efrîn dagir kir herêmên din jî dagir bike. Em ê jî bi hemû hêza xwe li dijî van êrîşan bisekinin.”

‘Em hemû gel yek in, em ê bi yekbûn û hêza xwe axa xwe biparêzin’

Endelîbê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hemû gel yek in, em ê bi yekbûn û hêza xwe axa xwe biparêzin. Em dixwazin jiyaneke bê şer bijîn, gelek xort, jin û zarokên me di nava vê şoreşê de şehîd bûn. Êdî em naxwazin ku xwîn li welatê me were rijandin. Bangewaziya me ji gelê me re ew e ku xwedî li welatê xwe derkevin. Ji welatê xwe dûr nekevin, jiyaneke hevbeş bi hev re bijîn û em ê tekoşîn û berxwedanê bi yek destî li hemberî dijmin bidomînin.”

Back to top button