Arşîv

Hebûn Êto: Zihniyeta baviksalarî, tenê zayendekî diparêze

KOBANÊ – Endama Koordînasyona Kongreya Star Hebûn Êto derbarê tundî û kuştina jinan de axivî û got: “Çanda ku li Rojhilata Navîn li ser kolekirina jinan hatiye avakirin divê bi dawî bibe. Li hember vê zihniyetê têkoşîna azadî, wekhevî, edalet, exlaqî û çandî divê em xurtir bikin.”

Li Rojhilata Navîn di encama zihniyeta baviksalarî û zayendperst de, di rojê de bi sedan jin tên kuştin, tecawizkirin û bi tundiyê rû bi rû tên hiştin. Li hember van bûyeran sîstemên desthilat dar û civaka di bin bandora vê sîstemê de dimîne bê deng dimîne û her tim jinan sûcdar dike û jinê weke çavkaniya fihûş û xirabiyê dide nîşandan. Di vê çarçoveyê de Endama Koordînasyona Kogreya Star Hebûn Êto axivî.

‘Zihniyeta mêr tunekirina jinan ji xwe re wekî maf dibîne’

Hebûnê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nêzikatiyên mêran a li hember jinan û wiha got: “Dema ku mirov dibêje tundiya li ser jinê, ev yek di rastiyê de tundiya li ser mirovahiyê ye. Ji ber zilim û tundî ji aliyê zihniyeta dagirker a mêr ve tê birêvebirin, tundî, kuştin û tecawizkirin zêdetir dibe. Bi taybet jî di şeran de, jin dibe qurban. Tên firotin, kolekirin û dibe kelepûrta (ganimet) şer. Mêr her tim weke milk nêzî jinan dibin, loma ji xwe re kuştin, lêdan, berdan, hezkirin û tunekirina jinan rewa û maf dibînin. Çima ji xwe re maf dibînin, ji ber ku di zihniyeta mêr de jin mirov nayê dîtin, ji ber vê jî tunekirina jinan her tim ji xwe re weke maf dibînin û roj bi roj tundiya li dijî jinê zêde dikin.”

‘Zihniyeta baviksalarî, tenê zayendekî diparêze’

Di domandina axaftina xwe de Hebûnê, diyar kir ku civak ji rastiya xwe hatiye dûrxisitin û wiha got: “Jin weke namûsê tê dîtin. Dema mêr dest dirêjî jinê dike ya ku tê kuştin dîsa jin e. Civak jî di bin bandora zihniyeta baviksalarî de dimîne û zilmê li jinê rewa dibîne. Tenê hesab ji jinê tê xwestin û ji mêr nayê xwestin. Ya din dema ku mirov civaknasiya civakê rast lêkolîn bike, wê encamên wiha derkevin holê ku civak tenê zayendekî nagire dest, lê civak niha berovajî vê yekê dike. Her wiha heger têgêha namûsê rast bihata famkirin, wê jin bihata parastin. Lê jin nayê parastin, mêr xwe wiha nîşan dide, lê piratîk tune ye. Zihniyeta baviksalarî, tenê zayendekî diparêze. Têgeha namûsê tenê li ser jinê tê ferzkirin.”

‘Divê jin êşa hevdû hîs bikin’

Hebûnê diyar kir ku pêwist e jin di aliyê felsefîk de xwe pêş bixîne û wiha dom kir: “Ya girîng hîskirin û dîtina jinê ya ji hev re ye. Dema ku jinek li ku derê cîhanê hat kuştin divê em wê hîs bikin, ji ber ku êşa hemû jinan ya me ye. Divê em di destpêkê de vê ferasetê di fikirên xwe de ava bikin. Pêwîst e jin hebûn, hêz û rastiya xwe analîz bike. Heger jin serê xwe di van aliyan de biêşîne wê bikaribe gelek rastiyan derxe holê. Ji jinan re perwerde ji av û xwarinê girîngtir e. Hewceye ku jin di aliyê hizir, felsefe, zanist, naskirina zayenda xwe û naskirina zayendperestiya mêr de di nav têkoşînek bêhempa de be. Mixabin hîna jî gelek jin neketine ferqa vê yekê. Mînak dema ku jinek tê kuştin, divê em hemû jin jî vê pirsê ji xwe bikin, çima hat kuştin? Pêwist e jin xwe bi rêxistin bikin. Heger hat rêxistinkirin, wê hêza jinê bibe yek û wê ew tundî nikaribe xwe dubare bike. Wê werêktiya dubarekirina tundiyê jî hêdî, hêdî were şikandin.”

‘Felsefeya Abdullah Ocalan felsefeya jinê ye’

Herî dawî Hebûnê bal kişand ser felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser jinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêber Apo di Rojhilata Navîn de ji bo jinê gelek nirxên pîroz da avakirin. Cara yekemîn e ku jin di nava civakê de xwe hîs dike û di aliyê perwerdeyê de xwe nas dike. Felsefeya Abdullah Ocalan, felsefeya avakirina nirx û mafên jinan e. Rêber Apo dibêje, ‘Dema ku jinek hat kuştin divê bibe sedema şoreşê’ Ger şoreş çêbibe, tê wateya avakirina şoreşa jinê’. Lewra jî pêwîst e em di destpêkê de di zihniyet, avakirin û îradeya jinê de şoreşê bidin çêkirin. Çanda ku li Rojhilata Navîn li ser kolekirina jinan hatiye avakirin divê bê bidawîkirin. Li hember vê zihniyetê têkoşîna azadî, wekhevî, edalet, exlaqî û çandî em xwe xurtir bikin.”

Back to top button