Arşîv

‘Keskesora Alan cihê wekheviya zarokan e’

KOBANÊ – Piştî şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cara yekem di sala 2018’an de bi navê Keskesora Alan Hêlîna zarokan li herêma Firatê di bin banê Weqfa Jina Azad de hate vekirin. Ji Rêveberiya Weqfa Jina Azad Zozoan Misto derbarê mijarê de axivî. Zozanê got:” Hemû zarok ji bo me yek in. Em hemû zarokan diparêzin. Keskesora Alan cihê wekheviya zarokan e.”

Piştî şerên giran ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gelek zarok bê xwedî man. Ji bo ev zarok di kolanan de nejîn û di nava bê derfetiyê de mezin nebin, Weqfa Jina Azad pêwîstî bi cihekî taybet ji bo xwedîkirina zarokan dît. Di bin navê Keskesora Alan de di sala 2015’an de proje tê avakirin û di sala 2018’an de bi awayekî fermî li herêma Firat a Kantona Kobanê Hêlîna zarokan hat vekirin. Zarok ji temenê yekê heta 18 salî tên hêlîna zarokan. Heta temenê 18 salî ger zarok li hêlîna zaroka bin, bi alîkariya Weqfa Jina Azad zankoyê dixwînin. Piştî derfetên wan çêbûn ku bi xwe, xwe xwedî bikin ji hêlîna zarokan qut dibin û jiyana xwe berdewam dikin.

‘Keskesora Alan hemû zarokan hembêz dike’

Ji Rêveberiya Weqfa Jina Azad Zozan Misto û Berpirsa Keskesora Alan, sîstema zarokan wiha anî ziman: “Keskesora Alan ne tenê ji bo zarokên herêma Firatê ye, di heman demê de zarokên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hemûyan di nava xwe de dihewîne. Keskesora Alana hemû zarokan hembêz dike. Zarokên ku dayik û bavê xwe winda kiribin, dikarin di bin banê wê de bijîn. Hêlîna zarokan dema ku nû hat avakirin 27 zarok tê de cih digirtin. Bi demê re malbatên hinek zarokan di encama lêkolînan de hatine dîtin û zarokê wan car din li wan hatin vegerandin. Zarokên ku dayik û bavê wan jiyana xwe ji dest dane, malbatên ku qet zarokên wan çênabin, daxwaza zarokan ji Weqfa Jina Azad dikin û ser encama lêkolîna derbarê wan malbatan, ser daxwaza zarokan ew zarok radestî malbatên dilxwaz tê kirin.”

‘Jiyan li ser daxwaza zarokan tê rêxistinkirin’

Zozanê qala xwedîkirina zarokan kir û wiha dewam kir: “Hêlîna zarokan 24 saetan vekiriye. Dayik û mamoste zarokan xwedî dikin. Ji bo zarok bi tenê nemînin. Hatina dayik û mamosteyan bi dorveger e. Bi şev 2 dayik û 2 mamoste gel zarokan dimînin. Her danekî 4 kes dimînin. Hinek kes berpirsên zarokên lawik û hinek jî berpirsên zarokên keçik in. Em hewil didin ku zarok xwe bi tenê hîs nekin û pir zêde bi tunebûna malbatê rû bi rû nemînin. Saetên zarokan yê perwede, xwarin, temaşekirina filîmên karton, leyîstok û razanê hemû diyar in. Li ser daxwaza zarokan biryarên cuda tên girtin. Wek mînak dema zarokên keç dixwazin rojekê ji xwe re bi tenê di beşa xanî ya keçan de bijîn, ji wan re destûr tê dayîn û wê rojê xwarina xwe jî li beşa keçan dixwin. Li vir jiyan li ser daxwaza zarokan tê birêxistinkirin.”

‘Zarok hêviyên pêşerojê ne’

Zozanê di dawiya axaftina xwe de behsa dibistan û jiyana zarokên Keskesora Alan kir û wiha domand: “Dema nû hêlîna zarokan hatibû vekirin, me perwerde dida zarokan. Piştî demek kurt me pêwîstî dît ku em zarokan bişînin dibistanên giştî. Ji ber dema zarok ji civakê cuda werin mezinkirin, wê bandorên neyînî li ser derûniya wan bike. Ji bo zarok bi awayekî jixwe bawer û bi hêz mezin bibin, em bi perwerdeya wan a jiyanî re pir eleqedar didin û girîngiyê didên. Waneyên di dibistanan de tên dayîn em jî ser radiwestin. Di dema betlaneya havînê ya dibistanan de jî zarok li wê derê jî perwerde dibînin. Her roja yekşemê zarokên Şehîdan yê Kantona Kobanê tên û bi hev re perwerdeyên hunerî dibînin. Em ji hefteyê carekê zarokan dibin seyranê û li cihên dîrokî digerînin. Hemû zarok ji bo me yek in. Em hemû zarokan diparêzin. Keskesora Alan cihê wekheviya zarokan e. Di demê pêş de pêşengeha wêneyên zarokan çê kiriye wê were lidarxistin.”

‘Em ji hevdu hez dikin’

Zaroka bi navê Ehet a li Keskesora Alan dijî got: “Jiyana me hemû bi hev re dibihure, em gelek ji hevdu hez dikin. Li beramberî mamoste û dayikên xwe em rêzdar in. Dema em dayik û mamosteyên xwe nebînin bêriya me dikin û em jî bêriya wan dikin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27