Arşîv

Mîhrîcana Jinên Ciwan bi reng û çalakiyên cur bi cur didome

ŞEHBA – Jinên tevlî Mîhrîcana Yektîiya Jinên Ciwan a salane bûn, diyar kirin ku dê jinên ciwan têkoşîn û berxwedana xwe bi çalakî û rengê jina azad bidomînin û gotin: “Hêviyên me ew in ku sala bê li Efrînê em Mîhrcana xwe pêşkêş bikin.”

Di çarçoveya rêzeçalakiyên komîteyên girêdayî Tevgera Kongreya Star ên derbarê hemleya “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe” de, Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Efrînê Mîhrîcana xwe ya salane bi dirûşma “Bi rihê Şehîd Stêrvan serî hilde, rêya rizgarkirina Efrînê xêz bike”, li stadyoma gundê Babinsê ya Kantona Şehbayê li dar xist. Mîhrîcan di roja xwe ya duyem de didome.

Bi tevlîbûna gelên Efrîn û Şehbayê, sazî, dezgeh û rêxstinên jinê mîhrîcan didome. Mîhrecan di çalakîyên roja duyem de bi beşdarbûna Yekîtiya Werzîşê ya jinên ciwan dewam kir. Di mîhrîcanê de çalakî û lîstokên cur bi cur tên pêşkêşkirin.

Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtin ji bo parkrewanên azadiyê dest pê kir. Piştre li ser navê Yekîtiya Werzîşê û Desteya Ciwanên Werzîşê Evîn Bîlal axivî. Evînê balkişand ser berxwdan û têkoşîna bê dawî ya gel û soza berdewamiya têkoşînê da. Derbarê mîhrîcanê de jinên ciwan ên ku tevlî Mîhrîcana salane ya jinên ciwan bûn, nêrînên xwe parve kirin. Mîhrîcan bi reng û çalakiyên jinên ciwan didome.

‘Em dixwazin bi çalakiyên cuda dilê gel xweş bikin’

Hevseroka Yekîtiya Werzîşê ya herêma Efrînê Evîn Bîlal da zanîn ku rêzçalakiyên wan di çarçoveya hemleya Tevegera Kongreya Star de ye û wiha domand: “Ev mîhrîcana jinên ciwan a salane ye. Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê em li Kantona Şehbayê vê salê li dar dixin. Mîhrîcan di roja xwe ya duyem de bi çalakî û rengên jinên ciwan ên werzîşê tê xemilandin. Dê di roja sêyem de jî bi çalakiyên Çand û Hunerê wê bi dawî bibe. Em dixwazin bi çalakiyên cuda dilê gel xweş bikin.”

‘Jinên ciwan soza berxwedan û têkoşîna xwe nû dikin’

Evînê soza berdewamiya têkoşînê nû kir û got: “Rihê berxwedan û têkoşînê wê bidome. Jinên ciwan wê heta dawiyê li ser piya bin. Banga me ji bo hemû jinan ew e ‘Bi hev re û bi hemû çalakî û xebatan têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Hêvî û baweriya me ew in ku sala bê em li Efrînê mîrhrecana xwe li dar bixin’

Her wiha endama Tîma Footbûlê Nûra Mihemed jî wiha got: “Mîhrîcana me 3 rojan bi çalakîyên cuda û çandî tê lidarxistin. Hemû endamên werzîş û çand û hunerê yên jinên ciwan cihê xwe tê de digirin. Hêvî û baweriyê me jî ew in ku sala bê em ê mîhrîcana xwe li Efrînê pêşkêş bikin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27