Arşîv

Rola jinan di werzîşê de aktîv dibe

Da ku rola jinên ciwan di werzîşê de bê aktîvkirin, Yekîtiya Werzîşê ya Herêma Efrînê cara yekemîn tîma fotbolê ya taybet a jinan li ser asta kantona Şehbayê ava kir. Her tîmek ji 12 lîstikvanan pêk tê.

Tîm, piştevanî û piştgiriyê ji Kongre Star, Yekîtiya Ciwanan û Rêveberiya Xweser werdigire.

Li hemû gund û navçeyên kantona Şehba û navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê Tîm tên avakirin. Tîmên ku hatine avakirin wiha ne; Berxwedan, Avêsta, Avrîn, Agirî, Dengê Efrîn, Şêrawa, Şêrawa Efrîn, Til Rifat û tîma Efrîn.

Her tîmek perwerdê ji hêla kadroyên pispor ve ku çavdêriyê li ser perwerdeyên wan li yarîgehên kampa Serdemê, Til Rifatê, Xernata, Yarîgeha navçeya Ahdas û yarîgeha Babinis, dibînin.

Turnuvaya Avêsta Xabûr ku tê de hemû tîm beşdar bûne, bi serkeftina tîma navçeya Til Rifatê bi dawî bû.

Di vê çarçoveyê de ajansa me bi rêveberiya Yekîtiya Werzîşê Evîn Bîlal re hevpeyvîn çêkir. Evîn wiha got: “Piştî ji Efrînê koçî kantona Şehbayê bûn, tîm ava kirin. Di destpêkê de 2 tîm li navçeya Til Rifatê hebûn. Piştî derbasbûna salekê di ser avakirina tîma Kampa Berxwedanê de, hatin avakirin. Lê ji ber zêdebûna hejmarên beşdaran 8 tîm hatin avakirin.”

Derbarê turnuvaya Avêsta Xabûr de Evîn Bîlal wiha axivî: “Turnuva sepandina rola jinan e. Çend mehan ve Yekîtiya Werzîşê tîma goga destan (voleybol) a jinên ciwan ava kir.”

Back to top button