Arşîv

Kongreya Star: Em piştgirî didin berxwedana jinan li Bakur

Daxuyanî li kampa Berxwedan a Şehbayê bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Kongra Star a herêma Efrînê Mune Elî û bi zimanê Erebî ji aliyê Fatimê Silêmen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin;

“Bi navê tevgera Kongra Star û hemû jinên ji pêkhatiyên cuda yên herêma Efrînê li Şehbayê. Bi bilindahiya deng û qêrîna xwe nêzîkatî, bikaranîna û şêwazên Erdoganê faşîst û hevalbendên wê yên qirêj û hovane ya li dijî mirovahiya û vîna gelan bi taybet gelê Kurd şermezar dikin.

Erdoganê faşîst êrîşan dike, mirovan destgîr dike, dikuje, hemû fikir û zihniyeta bi demokrasî û biratiya gelan bang dike binpê dike, li hemberî wê jî zihniyeta zilamtî ya desthilatdar bi pêş dixe.

Ji ber vê jî hovantî û êrîşên wî rojane zêdetir dibe û hemû rê û rêbazên tevî çekên kujer bi desthiladariyê pêk tîne. Ji bo vegerîna serdema Osmanî bi dagirkirina Efrînê ku parçeyeke ji axa Sûriyê ye têr nabû lê rûxmî wê jî ne gihaşt armanca xwe ya bi daxwaze şikandina vîna gel û lawazkirina berxwedaniyê. Mînaka vê jî ya herî berçav hilweşîna dewleta Trik a faşîst ji hemû aliyan ve ye.

Ji bo veşartina siyaseta wî ya desthilatdar û domdariya xwe ew her tim şêwaza tunekirina vîna gel û nepejirandina nêrînan pêk tîne ya herî dawî ji destdanîna li ser şeredariyên mezin û guhartina serokên wan û ferzkirina berjewendiyên xwe.

Lê belê beremberî vê siyaseta qirêj berxwedaniya gel mezin û bilind dibe.

Ev berxwedan hêza xwe ji vîna gel digire ya ku li ser felsefeya netewa demokratîk ava bûye û bingeha wê jina di hemû qadên jiyanê de xwe îspat kiriye, ev yek bi berxwedaniya Heval Leyla Guven û bi hezaran mînakên têkoşer deng vedan di tevahiya jiyanê de û li dijî terora faşîst bûn mertalên zindî.

Em jinên Tevgera Kongra Star û hemû jinên ji pêkhatiyên cuda yên herêma Efrînê li kantona Şehbayê piştgiriya berxwedana gel li Bakurê Kurdistanê dikin û bi taybet berxwedaniya jinan ya li dijî faşîzmê.

Em bêdengiya nevnetewî lanet û şermezar dikin, banga me ji hemû saziyên mirovatî ku di zûtirîn dem de li hember faşîst û kiryarên dewleta Tirk bi erka ya mirovahî û exlaqî rabin.”

Back to top button